- Li bajarê Swîsreyê Zurichê, ji bo Zara Mohammedî (Mihemedî) ya ku di ber dersdana Kurdî de kete hepsa rejîma Îranê, çalakî hat lidarxistin.
ERDOGAN ZAMUR / ZURICH
Li bajarê Swîsreyê Zurichê, ji bo Zara Mohammedî (Mihemedî) ya ku di ber dersdana Kurdî de kete hepsa rejîma Îranê, çalakî hat lidarxistin.
Rejîma Îranê, bi îdîaya ku bi dersdayîna Kurdî wê gef xwarina li ewlehiya neteweyî ya Îranê 5 sal cezayê hepsê li Zara Mohammadî birrîbû û 8’ê Çile jî Zara Mohammadî xistibû hepsa Sinê. Çalakiya ji bo Zara Mohammedî li meydana Helvetiaplatz pêk hat. Xizmên Zara Mohammadî, nûnerên sazî û rêxistinên ji çar parçeyên Kurdistanê û nûnerên rêxistinên civakî yên Swîsreyî jî beşdarî çalakiyê bûn.
Xwişka Zara Mohammadî, Kanî Mohammadî di çalakiyê de got, tenê ji ber ku dersa Kurdî da, Zara xistine hepsê û wiha banga hestiyariyê kir:
“Zara jiyana xwe da zimanê Kurdî û 12 salan biryardariya xwe dewam kir û kursên xwe de dersên xwe dewam kirin. Em ji vir careke din dibêjin, em bi biryardariya Zarayê serfiraz in.”
Ji rêveberên Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) Kak Kamran Resûlî jî got, “Zara ji ber ku Kurdî hîn dikir, di hepsê de ye. Têkoşîna wan gelekî bi qedr e. Ya dikeve ser milê me jî ew e ku em dengê wan bidin bihîstin. Heta Zara bê berdan, zilma li Kurdistanê bi dawî bibe, em ê têkoşînê dewam bikin.”
Li ser navê Civaka Demokratîk Kurd li Swîsreyê (CDK-S) jî Alî Şimşek got, “Li dijî êrişan Kurd divê xwedî li ziman û nasnameya xwe derkevin. Zimanê me rûmeta me ye. Lazim e li dijî helwêstên asîmîleker ên dewletên dagirker Kurd bibin yek. Em di şexsê Zara de wanên ku li zindanan ji bo rûmeta xwe, çanda xwe û azadiya xwe li ber xwe didin, silav dikin.”
Banga malbata Zarayê
Xwişka Zara Mohammedî ya li Swîsreyê, Kanî Mohammedî xwest her kes, nexasim jî Kurd xwedî li Zarayê derkevin û wiha peyivî: “Ew ji bo ziman û çanda Kurdî têkoşiya. Tenê ji ber vê îro di hepsê de ye.
Hîna di dibistana amadeyî de bû, timî digot, ew dixwaze bibe mamoste. Piştî dibistanê bi çend hevalên xwe re serê xwe bi Kurdî êşand. Di xebatên avakirina Komeleya Nûjîn de cihê xwe girt, hem bû damezrêner û hem jî serokatiya wê kir. Ev 12 sal bûn, mamoste dikir. Timî Kurdî hîn kir. Ti carî poşman nebû ku Kurdî hîn kiriye. Gava kete hepsê ji me re ji malbata xwe re got, ez ji bo zimanê xwe yê dayikê dikevim hepsê. Bila kes neyê devê hepsê, ji bo min ti ferqa hepsê û pirtûkxaneyê nîne. Di hepsê de jî ez ê Kurdî hîn bikim. Ez herî dawî malavahiya her kesî û nexasim Kurdan dikim ku hewl dan dengê Zarayê bidin bihîstin. Li ser înternetê kampanyayeke îmzeyan heye. Her kes dikare îmzaya xwe bide û destekê bide Zarayê.”
Armanca pêşî ya kampanyayê 10 hezar îmze bûn, niha 10 hezar û 394 îmze hatine berhevkirin û armanca nû jî 15 hezar îmze ne. Lînka kampanyayê li jêr e:
https://www.change.org/p/amnesty-international-free-zara-mohammadi