Dewleta Tirk wê bê dadgehkirin

Pêncşem 6 Çile 2022 - 03:28

  • Hîndekarê Zanîngeha Rojava Xalid Omer dibêje, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer kevin nabin û kengî be dewleta Tirk wê ji ber van sûcan bê dadgehkirin. Wî xwest heta hingê hiqûzanên Kurd delîl û belgeyan berhev bikin.

Hîndekarê Zanîngeha Rojava Xalid Omer got, bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li hemberî gerîla, divê wek 'sûcê şer' û 'sûcê li dijî mirovahiyê' bê dîtin.

Dewleta Tirk a dagirker di 23'yê Nîsana 2021'an de li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Başûrê Kurdistanê dest bi êrişên dagirkeriyê kir. Ji ber ku bi ser neket, dewleta dagirker li pêşberî berxwedana gerîla vê carê jî çekên kîmyewî bi kar anîn.

Der barê mijarê de hîndekarê Zanîngeha Rojava û hiqûqnas Xalid Omer got, divê dewlet hemû û dewleta Tirk li gorî Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya sala 1993’yan tevbigerin. 

Xalid Omer diyar kir ku cezayê bikaranîna çekên kîmyewî giran e û ev yek hem li ser mirovan hem jî li ser xwezayê bandorên mayînde çêdike û weke sedema sereke ya qedexekirina çekên kîmyewî jî wî weke bikarananî ‘çekên kuştina bi komî” destnîşan kir.

Erdogan û artêşa wî sûcên şer dikin

Xalid Omer da xuyakirin ku serokkomarê Tirk Erdogan û saziyên leşkerî yên Tirk sûcên li dijî mirovahiyê û şer kirine: “Dema ku şer hebe qanûn jî hene. Çekên qedexekirî hene. Çekên kîmyewî ji wan in. Dewleta Tirk bendên Peymana Çekên Kîmyewî binpê dike û rejîma dewleta Tirk, serokkomar û saziyên leşkerî sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer dikin."

Hîndekar û hiqûqnas Xalid Omer têkildarî prosedura dadgeriyê ya muhtemel jî got: "Li gorî Statuya Romayê, ji bo ku dewleta Tirk ji ber sûcên xwe bê cezakirin, divê herî kêm welatek miracaetî Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) bide yan jî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî daxwazekê pêşkêşî DCN’yê bike. Dozgerên DCN’yê jî dikarin li gorî belge û raporan lêpirsînê bikin. Di vê çarçoveyê de ji bo ku dewleta Tirk bê dadgehkirin, vîneke navneteweyî lazim e."

Ji bo berjewendiyan hev diparêzin

Xalid Omer diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî (NY) dewlet û saziyên navneteweyî li gorî berjewendiyan tevdigerin û îşaret pê kir ku hikûmeta Şamê 12 salan sûcên li dijî mirovahiyê kirin û di heman demê de dewleta Tirk heman sûcên xwe li Bakurê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Omer got, Emerîka, Rûsya û dewleta Tirk ji ber berjewendiyên xwe yên hevpar hev diparêzin û pêşî li biryarên dijber digirin.

PKK rewa ye

Xalid Omer got, PKK li gorî qanûnên navneteweyî û biryarên Neteweyên Yekbûyî tevgereke rewa ye û anî ziman ku Tevgera Azadiyê ya Kurd îtîraf bi hemû rêbazên şer kiriye, lê belê dewleta Tirk di dema berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê de çekên kîmyewî, gazên jehrî û çekên qedexekirî bi kar anîn. Wî bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker li Nisêbîn û bajarên din, Efrîn û Serêkaniyê li dijî sivîlan çekên kîmyewî bi kar anîne.

Xalid Omer da xuyakirin ku Însiyatîfa Parastina Hiqûqî ya li Rojava, binpêkirinên li dijî hiqûqa navneteweyî belge dike û dozên sûcên şer bi demê re nayên girtin. Omer diyar kir ku di dozên têkildarî sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer de ti qanûneke sînordarkirinê nîne: "Li gorî qanûnê, 100 sal piştî sûc be jî, rêya dadgeriyê vekirî ye. Yanî her tim îhtîmala dadgehkirina rejîma dewleta Tirk heye."

Xalid Omer diyar kir ku hiqûqnasên Li Kurdistanê dikarin dewleta Tirk dadgeh bikin û divê sûcên wê werin belgekirin û radestî rayedaran bikin: "Ev di arşîvên saziyên têkildar de tên hiştin, heke îradeyeke navneteweyî pêk were û dewleta Tirk bê dadgehkirin, di pêvajoya dadgeriyê de ew ê bên bikaranîn. Tiştekî din ku divê em bikin, ew e ku em vê mijarê li gorî pîvanên hiqûqî binirxînin û pêşkêşî raya giştî bikin."

HEVAL TAYLAN/ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.