Dewleta Tirk sûcên şer dike

În 21 Adar 2025 - 03:05

Jinên bajarê Dêrazorê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiya li gundê Berxbotanê yê Kobanê pêk hat şermezar kirin û gotin:"Ev komkujî sûcê şer e û dagirkeriya dewleta Tirk li herêmê her dem pêk tîne."

Di şeva 17'ê Adarê de li gundê Berxbotanê yê girêdayî bajarê Kobanê kantona Firatê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla dagirkeriya dewleta Tirk ve bi balafirek bê mirov a bi çek malek hat hedefgirtin. Di encamê de komkujiyek pêk hat, dê û bav di nav de 8 zarokên ji malbatekê jiyana xwe ji dest dan û zarokek birîndar bû. 

Jinên Dêrazorê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê komkujiyên dagirkeriya dewleta Tirk de axivîn.

Berpirsyariyên xwe bi cih bînin 

Êtîdal El-Xalid tekez kir ku komkujiya li Kobanê pêk hatiye dikeve nava sûcên şer û wiha got: "Bêdengiya civaka navneteweyî ji van sûc û kiryaran re tê wateya erêkirina wan ji vê yekê re. Divê berpirsyariyên xwe bi cih bînin û van sûcan rawestînin."

Ev komkujî sûcê şer e

Nediya Muhemed diyar kir ku komkujiyên ku zarok dibin armanc rastiya dagirkeriyê nîşan didin û wiha axivî: "Êrîş û komkujiyên ku zarokan dikin armanc rastî û hovîtiya dagirkeriya dewleta Tirk nîşan didin. Ev komkujî sûcê şer e û dagirkeriya dewleta Tirk li herêmê her dem pêk tîne."

Divê dewleta Tirk ji Sûriyeyê derkeve

Henan El-Ehmed jî dest nîşankir ku ev komkujî ne cara yekem pêk tê, yek ji êrîşên hovane yên dagirkeriyê ye, sivîlan li herêmê dike armanc û got: “Em ji rêveberiya demkî ya Şamê dixwazin li hemberî van sûcan berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Di heman demê de divê dagirkeriya dewleta Tirk ji xaka Sûriyeyê derxe."

NÛJINHA/DÊRAZOR/ZEYNEB XELÎF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.