Dewleta Tirk gundê Guherzê topbaran kir

În 20 Îlon 2024 - 15:39

  • Dewleta Tirk a dagirker gundê Guherzê yê li binarê çiyayê Metîna ya li sînorê bajarokê Amêdiyê, bi 4 guleyan topbaran kir.

Li gorî çavkaniyên herêmî ragihandîn, di danê êvarê de artêşa Tirk a dagirker navenda gundê Guherzê ya li binarê çiyayê Metîna li sînorê bajarokê Amêdiyê ser bi parêzgeha Dihokê topbaran kir.
Her wiha hate diyarkirin ku 4 guleyên topê li navenda gundê Guherzê ketiye, lê di derbarê ziyan û zererên topbaranê de ti agahî nehatine belavkirin.
ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.