Dewleta Tirk dîsa bi avê êriş kir 

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 9 Sibat 2023 - 19:38

Dewleta Tirk a ku di roja ewilî ya erdhejê de Rojava da ber bombeyan, niha jî bi berdana bi carekê ya ava Xabûrê kir ku zeviyên welatiyên nêzî çem di bin avê de bimînin. Li gorî nûçeyan Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî (SOHR) dewleta Tirk bi qesd devê bendavan bi carekê vekiriye û kiriye ku zevî di bin avê de bimînin.

Dewleta Tirk bi heman rengî ava diherike ser gola bendava Meydankê jî berdaye. Ji ber ku di bendavê de ji ber erdhejê xisarên mezin hene, gundên li hawîrdorê bi temamî vala bûne. Lewma tirs heye ku bendav bi temamî hilweşe.

Li gorî agahiyên SOHR´ê li Hesekê li deverên ku çemê Xabûrê lê diherike di encama vekirina deriyên bendavan de bi sedan hektar zeviyên çandî di bin avê de mane.

Dewleta Tirk bi rêkûpêk avê li dijî rojava û cîranên xwe yên din weke sîleh bi kar tînê. Havîna bihurî ava çemê Firatê ewqasî hat birrîn ku hem avdan û hem jî hilberîna elektrîkê nîvî bi nivî kêm bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.