Dewlet Devletî diparêze
Yekşem 31 Cotmeh 2021 - 23:07
- OHD daxilî doza qetilkirina Denîz Poyraz ş hewldana komkujiya li dijî HDP*ê dibe. Hevseroka OHD a Izmîrê ji bo pêşîgirtina li kuştinên fail nediyar, parêzer û baro daxilî dosyayê bibin.
TOLGA GUNEY / MA/IZMÎR
Hevseroka Komeleya Hiqûqzanên Azad (OHD) a Izmîrê, Şukran Ozturk, anî ziman ku zûzûka amadekirina îdianameya derbarê Onûr Gencer de hewldana sergirtina bûyerê û veşartina qatilan e. Onûr Gencer 17´ê Hezîrana bihurî bi ser avahiya HDP´ê ya Izmîrê de girtibû û Deniz Poyraz a li avahiyê qetil kiribû. Parêzer Ûukran Ozturk bang li hiqûqzanan kir û got, "Daxilbûna wan a nava dosyeyê, dê pirr girîng be ji bo ku welat bi cinayetên fail nediyar neyê fetisandin."
Qatilê nijadperest Onûr Gencer, 17'ê Hezîrana bihurî bi çekê êriş biribû ser avahiya HDP'a Izmîrê û xebatkara partiyê Deniz Poyraz qetil kiribû. Gencer di nezaretê de li midûriyeta polîsan gotibû, çavê wî lê bû komkujiyeke mezin bike.
Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Izmîrê îdîanameya li dijî Gencer qebûl kiribû. Di îdianameyê de hatiye xwestin ku ji ber "kuştina bi plansazî" cezayê muebeda girankirî û ji ber "zirara ku daye amûrên partiyeke siyasî" 7 sal ceza li Gencer bê birrîn.
Parêzerên dosyeyê û gelek hiqûqzanên din bal birin ser kêmasî û nakokiyên di dosyeyê de. Wan ji bo ronîkirina komkujiyê bang li hevpîşeyên xwe kiribû da ku daxilî nav dosyeyê bibin. OHD li gorî vê bangê, ji bo daxilî nav dosyeyê bibe, wê miracaet bike.
Hinek qatil diparêzin
Hevseroka Şaxa OHD'ê ya Izmrê Şukran Ozturk, li ser îdîanameyê û girîngiya dosyeyê axivî.
Ozturk got, ew bi demokrasiyeke azadîxwaz tevdigerin û lewma ew ê daxilî dosyeya qetilkirina Denîz Poyrazê jî bibin.
Ozturk ji bo naveroka îdîanameyê jî anî ziman ku polîtîkaya bêcezahiştinê didome. Wê got, ev komkujî wekî cinayeteke ku bi biryareke şexsî ya hêsan hatibe kirin, tê nîşandan, lê belê daxuyaniya Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî û êrişên li dijî HDP'ê bereksê vê yekê nîşan didin.
Bi zanîn li berpirsiyaran napirsin
Yanî hêz û kesên li pişt vê hewldana komkujiyê, li gorî Ozturk tên veşartin: "Ev kes hat girtin, li xwe mikur hat, lê maneya wê ne girtina dosyê ye. Lewma, armanca sereke ne kuştina Denîz Poyrazê bû. A rast êrişeke li hemberî HDP'ê bû û li paşxaneya wê vîneke siyasî heye. Lewma diviyabû bihata lêpirsîn ka gava fail ev cinayet kir, kê piştgirî dayê.
Dozger wê nikaribe bibêje 'me bîr nebir.' Lewma hevpîşeyên me ji roja ewil ve ji bo berfirehkirina lêpirsînê û berhevkirina delîlan daxawazname danê."
Li gorî Ozturk, armanca sereke ya vê lezûbezê ew e ku ser vîna siyasî ya li paş vê komkujiyê bê girtin. Ozturk, diyar kir ku pirr eşkere ye ku peywendiya kujer bi hin kesên din re heye û ji bo vê bal bire ser axaftinên telefonê, hevalên wî û wergirtina ruxseta sîlehê.
Ji bo siberojê muhim e
Parêzer Şukran Ozturk got, heger polîtîkaya bêcezahiştinê bidome, ev bûyer wê veguhere suîqestên siyasî jî: "Lewma zelalkirina dosyeyê pirr girîng e."
Hevseroka OHD a Izmîrê, Şukran Ozturk bang li hiqûqzanan û komeleyên hiqûqê kir û got, "Daxilbûna wan a nava dosyeyê, dê pirr girîng be ji bo ku welat bi cinayetên fail nediyar neyê fetisandin. Divê baro xwedî li vê dosyeyê derkevin."