- Serhildanê li Rojhilat dewam kir. Dewletê gule li xelkê reşandin. Rewş veguherî şerê bajaran. Xelkê yek navend, banke û saziya dewletê nehişt, hemû bi keviran xira kirin. Zêdetirî 70 kesan şehîd bûn. Ev bû serhildana 3’ê Reşemê.
ÇÎMEN ARAS
Diyardeyên Komplo, dîlgirtin, tecrîd, teror, asîmîlekirin, marjînalkirin, xiyanet, şer û bikaranîna çekên kîmyewî ji hişmendî, şêwaz û amûrên hêzên hegemonparêz û faşîst in. Ev diyarde cewher, siyaset, ziman û pratîka hêz û dewletên hegemonîparêz in. Bi awayêkî din li ku kesek, civakek, ango hêzeke bixwazê derveyî vê sîstemê bijî û xwedî li xwe derkeve, rasterast dibe dijmin û hedefa hêzên desthilatdar. Di wê demê de ev amûr jî weke çekên herî bibandor in ji bo tinekirina, her kesayet, hereket, netewe û azadîxwazan tên bikaranîn.
Gelê Kurd yek ji gelên herî qedîm yê cîhanê ye; bi dirêjahiya dîroka xwe li hemberî zilam, zordarî, yekdestî, asîmîlasiyonê sekiniye û têkoşiyaye. Ji lewra, dûalîteya şer û tekoşînê li Kurdistanê her tim pirr bi dijwarî hatiye meşandin.
Komploya navdewletî ya ku di 15 sibata sala 1999´an bi êsîrkirina Rêber Apo bi encam bû, rastî û berdewamiya heman hişmendiyê careke din nîşan da. Ji ber ku di sed sala dawî de gelêk pîlanên weke parçekirina gelê Kurd û Kurdistanê ji hevdû, bi awayêkî bi bandor pêk hatibûn. Her beşêk bi parçeyê xwe re sînordar hiştin, da ku di serhildaneke cihî de îradeya derkeve holê di cih de û bi hêsanî were tepisandin. Her weha di sedsala dawî de gelê Kurd bi giştî û bi taybetî jî li her parçeyî, li hemberî wan polîtîkayan serî hildabû, têkoşiyabû, berdêlên pirr giran dabûn, lê negehiştibû encamê. Li vir du mijarên gelek girîng hene ku rasterast hem bi sebeb û armanca komploya navdewletî ya li dijî Rêber Apo û hem jî bi rastî û helwêsta gelê kurd ve girêdayî ye. Ya yekemîn dîrok, desketî, ziman, çand, welat û vîna gelê Kurd di bin serweriya hêzên dagirker û hegemon de bû. Ya duyemîn şensê rabûnêke din a dîrokî ji gelê Kurd re hebû, lê serketin yan jî şikandina wê bi hûnerê pêşengê nû ve girêdayî bû.
Yanî vê carê yan gelê Kurd wê bi serkeve û dawiyê li her cûre dagîrkerî û hişmendiya dijimin li ser vê axê bîne, yan jî di asta qederê de wê bişike. Gelê Kurd ev rastî bi pratîk û berdêlên di tekoşîna sed salên dawî de, fêm kiribû.
Lewra derketina Rêber Apo û destpêkirina wê ya meşa azadiyê ji bo bidawîkirina siyaseta qirkirinê bû. Her weha destpêkirina komployê jî bi aramanca tepisandina dawî bû. Êdî Rêberê Kurdan û polîtîkayên dagîrkeriyê yên li ser Kurdistanê ewqas tund û dijwar bûbûn. Lewra pêvajoya pêkhatina komployê jî şerêkî pirr dijwar bû.
Rojhilat bi serê xwe rabû
Bi êsîrkirina Rêber Apo re dûalîteya qirkirin û berxwedanê bi tekoşîn û serhilanên gel re gihişt asta herî jor. Xwedîderketinêke bêhempa li Rêber Apo Çêbû. Rojhilatê Kurdistanê di pêvajoyên destpêkirina meşa şoreşê ya li Kurdistanê û her weha naskirina fikir û felsefeya Rêber Apo de li paş mabû. Lê dîsa jî çawa ku agahiya girtina Rêber Apo belav bû û hat bîhistin, gel yekser di nava xwe de komîteya rêveberiya çalakiyan ava kir, her endamê komîteyê bi berpirsyariya taxekê hat erkdarkirin. Komîteyêke navendî jî ji bo diyarkirina plansaziya destpêkirina çalakiyan hat diyarkirin. Komîteyêke navendî ji bo peywendiya bi bajarên din re da ku çalakî bi awayêkî hemwext dest pê bikin û bi dûrûşimên hevbeş bin, hat erkdarkirin. Her komîteyê bi awayêkî pirr birêkûpêk dest bi xebata serhildanê kir.
Dewleta Îranê jî yek ji wan hêzan bû ku di pêkhatina komploya navdewletî de xwedî rol bû. Ji lewra, li hemberî nerazîbûnên gel pirr bi tedbîr û nerm bû. Îranê xwest ku xwe weke dost û xemxwarê Kurdan nîşan bide û bi destûrdayîna çend rêzeçalakiyan, mijarê sar û gel bê refleks bike. Wê demê, nûnerên dewletê li her bajarî ji xelkê re gotibûn, “Em nerehetiya we fêm dikin ji boyî wê, em çalakiyên we re tiştekî nabêjîn. Hêzên ku komplo pêk anîne, hêzên kapîtalîst weke Emerîka û Tirkiyê ne. Lewra ji mafê we ye ku hûn li dijî wan hêzan çalakiyê li dar bixin. Lê bi şertê ku ti dirûşim û helwêsteke li dijî Îranê bi pêş nekeve. Heger weha nekin, em ê tişta ku hûn ne li bendê ne bi serê we de bînin.”
Komîte ji vê helwêsta dewleta Îranê ya berjewendîperset û durû hêrs bûbû û yekser bersiva weha bersiv dabû; “Em baş dizanin ku weke dewleta Îranê jî komploya navdewletî vajo kiriye. Ji dîrokê heta niha hem hişmendî û hem jî berjewendiyên we ji vê re her tim mûsaid bûne. Ev çalakiya me di serî de li dijî we yanî dewleta Îranê ye ku heta niha bûye sebeb ku em bi ser nekevin û her weha şirîkbûyîna we di komployê de. Me aqûbeta Qazî Mihemed ji bîr nekiriye û em ê nehêlin ku ev dîrok dubare bibe.”
Dewleta Îranê hejandin
Komîteyên çalakiyên gel ev diyaloga bi nûnerên dewleta Îranê re tevî helwêsta xwe ragihandin. Xelkê helwêsta komîteyê rast û di cih de dît. Bi vî awayî pîlanên dewleta Îranê hatin pûçkirin. Piştî çend rojan çalakî veguherîn serhildanê. Hêrsa gel û bîreweriya wî ya ruhê serhildanê, dewleta Îranê hejand û tirsand. Ji 17 Sibatê û pê ve Îranê her cûre çalakî û xwepêşandan qedexe kir. Rejîmê li her deverê qedexeya derketina derve ragihand. Ji bo xelk kom nebe, dewletê mekteb û karên îdarî dan rawestandin. Ev rewş ne tenê li bajar û navçeyên Rojhilatê Kurdistanê, di heman demê li bajarên nawendî yên ku serjimara Kurdan li wan zêde ye, yên weke Tehran û Tebrîz jî weha bû. Li van bajarên navendî, destek û helwêsta neteweyên din ên weke Azerî û Fars jî bi pêş ket. Serhildanê dewam kir. Dewletê gule li xelkê reşandin. Rewş heta astêkê, veguherî şerê bajaran. Xelkê yek navend, banke û saziya dewletê nehişt, hemû bi keviran xira kirin. Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê, li Sine, Merîwan, Urmiye, Mehabad û yên din, welatî şehîd bûn. Bi giştî 70 ta 75 keç û xort şehîd bûn. Gel xwedî li şehîd û birîndarên xwe derket û li gorî derfetên xwe şehîd veşartin û birîndar gihandin cihê ewle û derman kirin.
Dewletê hingê hêzên xwe hemû şandin Rojhilatê Kurdistanê û seferberiya tepisandinê da destpêkirin. Şerî di navbera gel û rejîma Îranê de 23 Sibatê (li gorî teqwîma Îranê, 3´yê Reşeme) dest pê kir. Navê serhildana Rojhilatê Kurdistanê bû serhildana 3’ê Reşemê.
Hêza pêşeng ya serhildana 3’ê Reşemê jin û xwendekar bûn.
Têkoşîn û xwedîderketin
Têgehiştin, bîrewerî, helwêst, têkoşîn, berxwedan û serhildanên gel di 3’ê Reşemê de gihiştin asta biryardariya şoreşî. Ev vîn û biryardarî xwe bi têkoşîna Kurdistanê re kire yek û karî komployê pûç bike û pîlanên dijmin nîvçe bihêle. Lê êdî weke jin, ciwan û gelê Rojhilatê Kurdistanê, me zanîbû ku ev tenê ne bes e. Ji bo ku em karibin li welatê azad, azad bijîn, pîwîstî bi têkoşînêke bi zanistî, rêxistinkirî, bi plan û bername heye. Biryara me bi fikr û felsefeya Rêber Apo têkoşîna welat û jiyanêke azad li Rojhilatê Kurdistanê bû. Ev jî sonda me ya bi Rêber Apo re bû. Bi vê biryardariyê ref bi ref ciwan herikîn nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê.
Vê jî hêza pêşeng a şoreşa Rojhilatê Kurdistanê ava kir. Her tevlîbûna nava refên şoreşê di nava civaka Rojhilat de lêgerînên gel yên têkoşîna neteweyî û felsefeya jiyana azad bi hêztir kir û vîna têkoşînê bi gel da qezenckirin. Vê guhartin û veguhartinê xeyalên gel yên ku di dema Komara Kurdistanê ya li Mehabadê de şikestibûn, bi ruh û zindî kir. Lewra em dikarin bibêjin, weke gelê Rojhilatê Kurdistan bi xwedîderketina li Rêber Apo em xwedî li xwe derketin. Vê hişt ku komplo bi ser nekevê. Her weha em ê bi ruhê serhildana 3’ê Reşemê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têbikoşin û “pêngava dem dema azadiyê ye” bigihînin armancê.