Destana Gilgamêş

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 23 Hezîran 2026 - 17:00

  • Destana Gilgamêş yek ji dewlemendiyeke wêjejî û mîrateyeke giranbiha ye. Ew aliyekî gerdûnî jî di nava xwe dihewîne. Yek ji rastiya vê destana hêja, tirsa mirinê ye.

 

Destana Gilgamêş tenê çîrokekê di nava xwe de venahewîne. Ew xwediyê taybetmendiyekê ye. Ew berhemeke nivîskî ya kevnar û bi hêz e. Ewqas jî bi bandor e. Li gor hinek çavkaniyana tê gotin ev destana rastiya civakî di nava xwe de vedihewîne, nêzî çar hezar sal berê hatiye afirandin. Di vê berhemê de rastiyên Gilgamêş pê rû bi rû dimîne hene. Ev hîn jî di cîhana me ya îro de jî xwe nîşan dide. Ev destan heta roja îro bi bandora xwe ya mezin hatiye. Taybetmendiyeke mezin a vê destanê lêgerîna nemirinê ye. Ev lêgerîn jî dersekê dide mirovan. Hevaltî û rastiyeke bi zimanê mîtolojîk hatiye zimên...

Gilgamêş, padîşahê bihêz ê bajarê Urûkê, ye. Ew li ser mijara nemiriyê disekine. Bala xwe dide vê rastiya cîhanî û bi êş. Ew jî wekî gelek kesî li dij mirinê xwe bêçare û lawaz dibîne. Tevî ku padîşaheke jî lê belê li hemberî mirinê xwe neçar hês dike. Hevalê wî Enkîdû wexta dimire vê yekê bêtir hês dike. Bi vê hêskirinê ew jî dixwaze tiştekî bike. Ev lêgerînek e. Rêwîtiyeke li dû raza mirinê ye. Mirov carinan vê lêgerîna Gilgamêş meraq dike û dibêje;"Gelo bi rastî jî mirina tunebûya wê di jiyana mirovan de çi guhertin çêbiba?"  Tê gotin Gilgamêş diçe ba Utnapîştîmê nemir, rîweka ciwaniyê jê distîne, lê di dawiyê de ew jî ji hêla marekî tê dizîn. Bi vê re peyamak watedar a rastiya jiyanê jî tê dayin. Ev mirovan difikirîne.

Elbet dawiyek her rêwitiyê heye. Destan li ser lêgerîna nemiriyê disekine, lê dostanî hevsengiyekê ji wê hêzê re ava dike. Mirina Enkidu Gilgamêş diguherîne. Di dawiya rêwîtiya xwe de, Gilgamêş li dîwarên mezin ên Urûkê dinihêre lê bi fikreke nû fêm dike nemirina rasteqîn li wir e. Gelo di vir de yê ku bi rastî raza nemirinê dîtiye, Utnapîştîm bû, yan Gilgamêş bû ? Ev destan gelek pirsan jî bi xwe re tîne. Her çiqas Gilgamêş miribe jî lê belê li dû wî ev destan her tim zindî ma.

Her wiha li gor hinek çavkaniyan tê gotin Xwedawend Îştar bûye evîndara Gilgamêş û pêşniyara zewacê kiriye. Lê Gilgamêş, ji ber ku evîna xeternak a Îştar dizanibû, red kiriye. Îştar bi hêrs, Gayê Ezmanî şand erdê. Gayê Ezmanî agir bi deran dixist û erdhej çêdikir. Tê gotin Gilgamêş û Enkîdû, Gayê Ezmanî têk birine û Uruk xilas kirin. Dibe ku di vî warî de gelek çavkaniyan cuda jî hebin.

Di Destana Gilgamêş de ajal û xweza cihekî taybet digirin. Enkîdû, yek ji karakterê sereke ye, wekî “xiyanetkarê ewil” ê kurd ku di navbera mirov û xwezayê de tê dîtin û di nav civakê de tê tesfîrkirin. Ew di destpêkê de beşek ji daristan, ajal û perçayek ji xwezayê bû. Di nav ahengeke kamil de bi ajal û xwezayê re, li derveyî sînorên şaristaniyê, wekî beşek ji xwezayê ya hov û saf dijî. Lê tê gotin dema ew dikeve nav cîhana mirovan, ji nasnameya xwe ya ekolojîk dûr dikeve. Di vir de em cîhana îro ya mirova li hemberî xwezayê çawa tevdigerin jî dibînin.

Di çûyina wan a ber bi Daristana Sedîrê ve ev xiyanet bi hawekî eşkere xwe dide der. Gilgamêş û Enkîdû li dijî Humbaba ji aliyê xwedayan ve mîna parêzvanê pîroz ê daristanê hatiye erkdarkirin û serî hildidin. Li vir pevçûneke di navbera hêzan de jî eşkere xwe derdixe holê. Dîsa şer, serhildan, îktidar, xweza di nav hev de ne. Humbaba di gelek şîroveyan de mîna cinawirekî tê nîşandan, lê li gor hinek jêderkan di rastiyê de ew wekî sembola parastina ahenga xwezayê jî tê nîşandan. Kuştina Humbaba jî yek ji esasên vê destanê ye. Ev kuştin di esasê xwe de peyameke girîng e.

Mirina Humbaba û wêrankirina daristanê mijareke girîng e. Tê gotin vê carê xweda ji Enkîdû bi hêrs dibin. Hêrsa xwedayan jî wateyeke rastîn a vê destana giranbiha ye. Peyameke sûc tu carî bê ceza namîne jî tê dayin. Li vir elbet ew pênasekirina hevaltiyê jî aliyekî din ê girîng ê destanê ye. Hestiyarî jî li vir derdikeve holê.

Mijara nemiriyê û lêgerîna ji bo vê bi xwe felsefeyeke jiyana rasteqîn di xwe de vedihewîne. Ev destan gelek razan di xwe de dihewîne. Meraqekê di dilê mirovan de dide avakirin û mirovan dide fikirandin.

NAVENDA NÛÇEYAN                                                                                           

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.