Belgefilma ‘Li ku dera çîroka xwe me?’ xelat wergirt
Duşem 22 Hezîran 2026 - 15:50

- Belgefîlmê du derhênerên kurd ên jin, ê li ser jinan "Li ku dera çîroka xwe me?" di Documentaristê de bi ser ket.
Belgefîlmê "Li ku dera çîroka xwe me?" ji aliyê Nalîn Acar û Adar Taş ve hatiye çêkirin. Belgefîlmê ku îsal li Festîvala Fîlman a Stenbolê jî hatibû nîşandayîn, di Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentaristê de jî hat nîşandayîn û bi ser ket.
Documentarist her sal Xelatê Jîrekî ya Johan van der Kauken dide derhênerên ku belgefîlmê xwe yê pêşî kişandiye. Documentarist bi xelatdayînê bi dawî bû û îsal ev belgefîlmê her du derhêneran Acar û Taş "Li ku dera çîroka xwe me?" xelat girt.
Li aliyê din belgefîlmê "Stella ile 8 Mart" xelata Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî û Vesazkirina Herî Serketî girt. Belgefîlmê "Kopekler ve Toz" jî xelata Sazkirina Deng a Herî Serketî girt.
Çîroka ‘Li ku dera çîroka xwe me’
Di belgefîlmê bi kurdî û tirkî de her du derhêner ketine dû çîroka malbatên xwe. Ji du bajarên cuda jiyan û çîroka her du malbatan ji aliyê bajêr, mal, sosyo-ekonomî, rewşa jinan ve di belgefîlm de derdikevin pêşberî temaşevanan.
Documentarist îsal 12'yê mehê dest pê kir û 21'ê mehê bi dawî bû. Bi dehan belgefîlman hatin nîşandayîn ku hin jê bi kurdî bûn. STENBOL
***
Kursiyer belgenameyên xwe girtin
Kursiyerên di kursên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de biserkeftî hînî zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî yên Kurdî; Suryankî û Ermenkî bûne belgenameyên xwe yên fêrbûnê girtin.
Şaredariya Bajarê Mezin demeke ji bo kesên dixwazin hînî ziman bibin perwerdehiyê dide. Di bin banê şaredariyê de li gorî daxwazan di beşên cuda yên zaravayên Kurdî, Suryankî û Ermenkî de kursên ziman tên dayîn. Kursiyerên ev demeke bû di van kursan de hînî ziman dibûn. Dersa Ermenkî ya Dawî li Dêra Surp Giragos a Ermenan hate dayîn û belgename piştî guhdarkirina muzîkê bi merasîmekê li Mala Bîranînê ya Migirdîç Margosyan hatin dayîn.AMED







