Rejîma Îranê huner li hunermendan qedexe kir!

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 22 Hezîran 2026 - 16:30

  • Rejîma Îranê stran li stranbêja Îranî Parastoo Ahmadî û 7 hunermendên din qedexe kir. Rejîmê ji ber konserek ku li YouTube weşandiye bi 74 qamçiyan, 2 sal qedexeya hunerî û qedexeya derketina derveyî welat ceza kirin.

 

Dadgeha Rejîma Îranê ji ber konserek ku di Kanûna 2024’an de li ser YouTube’yê hate weşandin, li dijî stranbêj Parastoo Ahmedî û heft hunermendên din, ji bo her kesekê-î cezaya 74 qamçiyan birî. Konser li kervansarayeke dîrokî û bê temaşevan hate tomar kirin. Li gel Parastoo Ahmadî çar muzîsyen beşdar bûn. Derketina wê ya bê laçik û bi cilên ku li dijî qaîdeyên cilûbergê Îranê hatin dîtin, ceza birî. Konser li YouTube’yê nêzîkî 3 milyon caran hate temaşe kirin. Derhênerê konserê Tahmîneh Monzavi, ragihand ku hemû kesên ku di projeyê de amade bûn, bi qedexeya du salan a çalakiyên hunerî, qedexeya derketina derveyî welat û 74 qamçiyan hatine cezakirin.

Piştî weşandina konserê, Parastoo Ahmadî, Tahmineh Monzavi û hin kesên din demeke kurt hatine binçavkirin, lê paşê bi kefalet hatine berdan. Dadgeha cezayê ya bajarê Qumê hunermendan bi “çêkirin û weşandina naveroka li dijî ehlaqê li ser înternetê” sûcdar kir. 

Di salên dawî de gelek jin li dijî mecbûriyeta xwe girtinê derketin. Ev helwest piştî ku Jina Emini di sala 2022’yan de hate kuştin û xwepêşandanên “Jin, Jiyan, Azadî” dest pê kirin, bêtir xurt bû. Tê gotin ku di hin stranên Parastoo Ahmadi de jî behsa ciwanên ku ji ber beşdarbûna xwe di xwepêşandanan de hatine girtin hatiye kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.