
- Di çarçoveya "Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê" de îro du helbestvanên jin Krîstîn Ozbey û Mizgîn Ronak di bernameyê de helbest xwendin.
"Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê" duh dest pê kir û wê heta 21'ê mehê bidome. Îro jî hin çalakiyên wekî gotûbêj, helbestxwendin û îmzekirina pirtûkan hebûn. Yek ji wan jî ya helbestxwendinê bû.
Du nivîskarên jin ên helbestvan û nivîskar Krîstîn Ozbey û Mizgîn Ronak beşdarî çalakiyê bûn.
Pêşî helbestvan û nivîskar Ronak mafê axaftinê girt. Ronak helbestvan Ehmed Huseynî ê ku îsal canê xwe ji dest dabû bibîr anî û helbesteke Ehmed Huseynî xwend. Ronak paşê jî qala helbestan kir û hin helbestên xwe û hin helbestên helbestvanên din xwendin.
Dûre Krîstîn Ozbey jî li ser hin helbestan sekinî û helbestên helbestvanên jin xwendin. Ozbey ji Jana Seyda, Gulîzer û hin helbestvanên din helbest pêşkêş kirin. NAVENDA NÛÇEYAN
***
Ji Bermal Çem klîpeke nû; ‘Evîna Ararat’
Bermal Çem bi bandora ji çîroka trajîk a Ararat Zerzan hestên xwe kir helbest û bi hevkariya Memo Gul û Mazlûm Rewşen stranek amade kir.
Gerîlaya şehîd Ararat Zerzevan a ku ji zarokatiya xwe ve her tim ji baranê hez kiriye dema baran bariyaye tim derketiye derve ber baranê û ew hembêz kiriye.
Ararat, piştî ku bû gerîla jî ev kevneşopiya xwe dewam kir. Lê belê sala 2020'î dema dîsa derketiye ber baranê bi lêdana birûskê li çiyayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.
Bermal Çem ji bo vê strana ku çêkiriye klîbek jî amade kir. Klîba ku ji aliyê Art Records Produksiyonê ve hate çêkirin bi derhêneriya Tarik Demir hate kişandin.
Klîp di qenala YouTube ya Art Records de hate weşandin. NAVENDA NÛÇEYAN
***
Li Swîsreyê konsera Ciwan Haco heye
Hunermendê navdar Ciwan Haco amadehiyê dike ku li Swîsreyê derkeve pêşberî hezkirênxwe.
Konsera Ciwan Haco dê li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê were lidarxistin. Ciwan Haco derbarêkonserê li ser hesabê xwe yê Xê parvekirinek kir. Li gorî agahiyên ku li ser malpera firotinabilêtan Ticketmasterê hatine belavkirin, konsera Ciwan Haco dê 5ê Îlonê were lidarxistin.
Konser dê bi dema herêmî saet 20:00an dest pê bike. Cihê konserê jî wekî Volkshaus Zurichhatiye diyarkirin ku yek ji navendên çandî û hunerî yên navdar ên bajarê Zurîhê ye.
Bilêt derketin firotinê
Hezkirên Ciwan Haco dikarin ji niha ve bilêtên konserê li ser înternetê bikirin. Tê payîn ku ne tenê Kurdên li Swîsreyê, her wiha Kurdên li welatên din ên Ewropayê jî eleqeyeke zêdenîşanî vê konserê bidin. Haco di dirêjahiya jiyana xwe ya hunerî de gelek album derxistine û di dilê bi milyonan Kurdan de cih girtiye. NAVENDA NÛÇEYAN
***
Li Stenbolê pêşangeha ‘Qewmê Rojê’
Li Stenbolê pêşangeha “Qewmê Rojê” ya ku ji aliyê Hasan Kesler ve hatibû amedekirin hatelidarxistin. Pêşangeh li avahiya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî hate lidarxistin. Wênesaz Hasan Kesler, hunermend û gelek kes tev li pêşangehê bûn.
Pêşangeh bi axaftina Hasan Kesler dest pê kir. Hasan Kesler diyar kir ku ew xebat li ser êşênÊzidiyan hatiye amedekirin û got: “Yekemîn me li Amedê pêşangeh vekir. Îro jî li Stenbolêhat vekirin. Ezidî li her derê êş kişandin, êşa Êzidiyan bandoreke mezin li ser min kir.”
Pêşangeh wê heta 17 Tîrmehê vekirîbe. STENBOL







