- Ji Înîsiyatîfa Derûnnasên Mezopotamyayê Der-Mezê, Bêrîtan Guneş dibêje, derûniya kesan girêdayî derûniya civakê ye û wiha dipeyive: Di derûniya civakê de şer hebe, di ya kesan de jî şer heye.
MIHEME PORGEBOL
Derûnnasên Kurd, di bin sîwana Însiyatîfa Derûnnasên Mezopotamyayê (Der-Mez) de xebatên xwe yên rêxistinbûyînê dimeşînin û piştevaniya derûniya civakê dikin. Înîsiyatîfa ku ji nêzîkî 100-150 endamên çalak pêk tê, di nav pergala xwe ya rêxistinî de nêzîkî Hezar û 500 derûnnasan dihewîne. Yek ji rêveberên înîsiyatîfê Bêrîtan Güneş dibêje “Me xwest em jî wek neteweyekê li hestên xwe bifikirin. Ji ber van sedeman me rêya xwe ji komeleyên din veqetand. Me xwest, em lêkolîn û xebatên xwe serbixwe bikin” û sedemên birêxistinbûna derûnnasên Kurd rave dike. Mehmet Ş. Akbaş jî di rêveberiya înîsiyatîfê de cih digire jî got, “Ev nêzîkê şeş salan e, em dixebitin û gelek xebatên me çêbûn. Ji xeynî xebatên derûnnasiyê jî di nav civakê de peyveke derûnnasiyê hebe, em dengê xwe derdixin. Aliyê me yê polîtîk jî her tim çalak e. Ji bo civaka me, heger tiştek di beşa me de pêwîst be. em xwe ti carî madin paş.”
Me jî li ser navê PolîtîkAzad pirsen xwe ji herdu rêveberên Der-Mezê kir û bi wan re sohbetek kir.
We kengê ev înîsiyatîf ava kir. Li ser çi esasî înîsiyatîfa we hat damezrandin?
Mehmet Ş. Akbaş: Avakirina me piştî şerê bajaran dest pê kir. Di navbera salên 2015 û 2016´an de dest pê kir. Wê demê me weke derûnnasên Kurd, di nav komeleyên çepgirên Tirk de cih digirt. Lê bele ev ji bo me Kurdan ne dibû bersiv. Dema Tahir Elçî şehîd kirin, wê deme kongreya derûnnasên li Tirkiyê hebû. Me jî di wê kongreyê de dît ku nerazîbûnên wan, ne wek ên me bûn. Me cudahiyek dît di nihêrînên wan de.
Cudahiyeke çawa?
M. Ş. A.: Hestên me ne wek hev bûn. Wan Nizanibû, ka ev mesele ji bo me çima ewqas girîng e. Hestên me fêhm nedikirin. Wê demê ji bo şer me gelek pêşniyaz dikirin. Em li ser peywira derûnnasan difikirîn. Piştî van nîqaşan, me dît ku hewce ye em wek derûnnasên Kurd werin ba hev û bicivin da ku em bi hestên hev bizanibin.
Yanî derûnnasên Tirk ji hestên we fêhm nedikirin?
M. Ş. A.: Ne ku fêhm nedikirin, nerazîbûnên me ne wek hev bûn. Nêzikatiya me û ya wan ji hev cuda bûn. Mesela, şehadeta Tahir Elçî ji bo wan tenê kuştina serokê baroyekê bû. Ji aliyê polîtîk ve helwêsteke wan tine bû. Ji bo wan pirsgirêkeke din tinebû, diviya jiyan bidomiya, lê ji bo me pirsgirêk mezin bû. Me dev ji kongreya xwe berda. Bes hestên me cuda bûn. Ne li dijî me bûn, bi çavê nijadperestiyê li mesele nedinihêrtin, lê hestên me ne wek hev bûn. Piştre, me got, em li Amedê tiştekî bikin. Li ser van mijaran jî me hewcedariyeke wisa dît ku em bicivin. Em gihîştin gelek kesan. Jixwe, me dît ku hewcedariyeke wisa ji zû ve heye. Bi gelek kesan re heman hest çêbûbû. Lewma jî me li Stenbol, Mêrsîn, Wan û Amedê dest bi civînên xwe yên herêmî kir. Li ser armanc û xebatên ku em dixwazin bikin, nîqaşên me çêbûn. Di dawiyê de me civîna xwe ya giştî li Amedê li dar xist.
Hûn komele ne yan înîsiyatîf in? Navenda xebatên we Amed e?
M.Ş.A.: Em wek înîsiyatîf dixebitin. Gava em hatin Amedê me li ser vê meseleyê jî nîqaşên xwe kirin. Ji her heremê hevalên me jî hatin. Wê deme gelek komele dihatin girtin û wekî ku hûn dizanin komeleyên Kurdan hê jî tên girtin. Li ser vê me biryar da, ji bo ku em ji xwe re destûrekê çêkin, em ê rê û rêbazên rêxistinbûna xwe diyar bikin û dest bi xebatên xwe bikin. Piştî vê civînê bi sê mehan, em dîsa vegeriyan Amedê. Di nav gelek nîqaşan de me biryara înîsiyatîfbûnê da.
Hûn xebatên xwe bi çi mîsyonî dikin?
Berîtan Guneş: Gelek sazî û komeleyên derûnnasan hene, lê cudahiya me ji wan heye. Cudahiya me ne li ser avahiyan e. Jixwe, gava mesele dibe derûnnasî hewce ye ku mirov hinek kûr bifikire û divê mirov bi kûrahî bikeve nav meselê. Ji ber ku gava mesele derûnnasî be, di wir de êş hene, hest hene, gelek tiştên ku ji paşeroja me hatine û siberoja me ava dikin, hene. Lewma jî divê di her gavê de mirov hesas be. Ji ber ku ev tişt bi rehetî nayên ziman. Cih û şertên ewle divên. Ji bo ku derûnnasî li ser van esasan e, me xwest em jî wek netewekê li hestên xwe bifikirin. Ji ber van sedeman, me rêya xwe ji komeleyên din veqetand. Me xwest em lêkolîn û xebatên xwe serbixwe bikin. Herî zede jî me xwest em bi zimanê dayikê piştevaniya derûnnasiya civaka xwe bikin. Ev jî meseleyeke girîng e; gava em behsa derûnnasiyê dikin, divê em behsa hestên zimanan bi xwe jî bikin. Di zaroktiya xwe de em bi kîjan zimanî biaxivin, em bi kîjan zimanî mezin bibin, ew dibe zimanê hestên me jî. Lewma em jî wek derûnnasên Kurd, xwe bi zimanê xwe bigihînin civakê. Ji aliyê din ve jî em dixwazin lîteratûreke derûnnasiyê bi Kurdî ava bikin. Xebatên me jî li ser van armancan ava dibin.
Hûn çend kes in û li kîjan bajaran dişixulin?
M.Ş.A.: Ji ber ku li gel me endamtî tine, hejmara me jî ne diyar e. Em înîsiyatîf in, lewma jî hejmareke qeydkirî tine, lê di nav pergala me de nêzî 100-150 kesên çalak hene.
Înîsiyatîfa we xebatên bi çi rengî dike û hûn alîkariyeke çawa didin kesên hewcedar?
B.G.: Ez dikarim behsa çend xebatên me bikim. Xebata me ya heta îro ya herî berfireh di dema pandemiyê de çêbû. Di pandemiyê de nexweşiyeke navneteweyî çêbû. Gelek kes di malên xwe de asê man. Jiyana xwe di nav çar dîwarên malê de dewam kirin. Vê rewşê pirsgirêkên derûnî derxistin holê. Ev ne tene di nav Kurdan de bû, li dinyayê hemûyî, heman pirsgirêk hebû. Li her derê dinê, derûnnasan ji bo gelên xwe sîstem ava kirin. Bang li gele xwe kirin û piştevaniya derûnî kirin. Me jî weke derûnnasên Kurd, xebateke wisa li dar xist. Nêzî salekê ji bo kesên hewcedar, me piştevaniya derûnî kir. Me sîstemek ava kiribû. Xelkê telefonî me dikir û me jî li ser xetên xwe piştevaniya wan dikir. Her hefte û her roj derûnnasên nobedar hebûn. Ji bilî vê; em atolyeyan li dar dixin. Di demeke nêzîk de atolyeyeke me ya din jî heye.
Hevalên di nav înîsiyatîfa me de, di gelek beşên derûnnasiyê de xwe bipêşxistine û pisporiyên xwe bi me re parve dikin. Mesela di nêzîk de bi mijara “Terapiya Femînîst li dijî şideta li jinê” atolyeyeke me heye. Piştî vê atolyeyê bi mijara “ziman, trawma, qirkirin û berxwedan” atolye dê were lidarxistin.
Bawer dikim hûn bi du zimana dixebitin. Ne wisa?
B.G.: Belê, hem bi Kurdî hem bi Tirkî. Rêveberên xebatan, bi kîjan zimanî bixwazin, xebat û vegotin bi wî zimanî didome. Helbet xwestek û giraniya me li ser Kurmancî ye, lê ji bo her zimanî jî, em rê li ber kesî nagirin. Bi van xebatan, em dixwazin, derûnnasên biyanî û em jî hev nas bikin. Li aliyê din, em dixwazin bi van xebatan, hêza xwe jî zêdetir bikin. Ji ber ku derveyî me jî îndustriyeke derûnnasiyê heye û bi pereyên pirr mezin perwerde dikin, lê em wek derûnnasên rexnekar li ber vê yeke radibin. Em dixwazin bibin hêza hev. Di nav me de kesên pispor jî hene.
M.Ş.A.: Ev qederê şeş salan e, em dixebitin û gelek xebatên me çêbûn. Ji xeynî xebatên derûnnasiyê jî di nav civakê de peyveke derûnnasiyê hebe, em dengê xwe dikin. Aliyê me yê polîtîk jî her tim çalak e. Ji bo civaka me heger tiştek di beşa me de pêwîst be, em xwe ti carî nadin paş.
B.G.: Em derûniya kesan girêdayî derûniya civakê dibinin. Ji hev cuda nînin. Di derûniya civakê de şer hebe, di ya kesan de jî şer heye. Em nikarin van herduya ji hev qut binirxînin. Lewma jî em her tişta civaka xwe dişopînin.
Li Kurdistanê şer tesîreke çawa li ser kesayetan dike?
B.G.: Ji bo ku mirov karibe bersiva vê pirsê bide, divê mirov bi dîroka Kurdan zanibe. Ew jî dîrokeke welê ye, pirr kûr, pirr dirêj û hatiye binpêkirin. Mirov dikare behsa gelek tiştan bike. Lê çi bibe bila bibe, şer bi xwe re êşê jî tîne. Şer çiqasî nêzîkê mirov be ewqasî jî zêde bandorê li mirovan dike. Em dikarin heta sibehê, behsa nebaşî û nexweşiyên şer bikin. Êşek ku mezin be û mirov nikaribe bi wê êşê, êdî dibe trawma. Şer jî yek ji wan êşan e. Lê ji bo civaka Kurdan, ne tene trawma çêkirine, piştî trawmayê, êşan mezintir jî dike. Yanê ew êşên ku hatine serê Kurdan, heger bihata serê neteweke din îhtimaleke mezin wê rewşeke din derketa holê.
Mezinbûna êşan, ji ber ku şer naqede ye?
B. G.: Erê. Di civaka Kurdan de şer ji destpêkê heta îro hebû û hê jî didome. Lewma êş her roj mezintir dibe. Bi van şeran jî civaka Kurdan xwe teslîm nekiriye û li ber xwe daye. Hîn jî li ber xwe dide.
Belê şer her didome lê, birêz Berîtan jî got, li dijî vî şerî berxwedan jî heye. Kurd, di nav ewqas êşan de hêza berxwedanê ji ku dibînin?
M.Ş.A.: Heger berxwedan nebe jiyan namîne. Esas ji bo kesekî Kurd ji xeynî berxwedanê, ti rêya jiyanê jî nemaye. Berxwenedan jiyana wî bixe tehlûkê jî.
Tu vê şiroveyê ji hêla derûnnasiyê ve dikî, ne wisa?
M.Ş.A.: Belê. Ji aliyê derûnnasiyê ve dibêjim. Berxwedan ji bo Kurdan pêwîst bû. Lewma jî ji destpêka dîroka Kurdan ve jiyan bi şer û berxwedanê derbas bûye. Her tim êrişek li dijî civakê hebûye. Diviya ku bi şeklekî bersiv bidana vê êrişê. Em dikarin bi giştî bibêjin, Kurd ji bo kesayeta wî/ê li jiyanê bimîne, mecbûr e li ber xwe bide. Di salên 2015 û 2016´an de berxwedaneke din derket. Heta wê çaxê şer dûrî civakê didomiya. Dûrî bajaran bû. Di şerê bajaran de yek bi yek hem şer dîtin hem jî şer li wan qewimî. Zext û zorên dewleta Tirkiyê di civakê de derûniyeke nebaş derxist holê. Mesela, beriya şerê bajaran Kurdek çiqas şer hebe jî di mala xwe de ewlehî hîs dikir. Gava şer hate nêzîkê wî/ê, bi xwe re derûniyeke nebaş jî anî. Ji ber ku şer yekser lê qewimî, dengê tank û topan her roj li ber guhê wan bû, îro di nav civakê de tirseke cuda ava bûye. Ez li Amedê dijîm û rû bi rû bi gelek kesan re diaxivim. Ne ku ji tiştê pê bawer e dûr ketiye, lê ji ber wî şerî, di derûniya gel de şikestinek heye. Di nav têkiliyên rojane de tehemula kesî ji kesî re nemaye. Ji bo her liv û tevgerê, dikare nerazîbûna zêde nîşan bide. Mirov dikare gelek mînakên vê bibêje. Mesela di nav wan kesan de yên ku li Sûrê diman, hêrsek çêbûye ku berê xwe daye kesên derveyî Sûrê. Ev tiştên ku dibêjim, xwe dispêrin tecrûbeyên min ên di nav danûstendinên min ên rojane de. Yanê fikrên şexsî ne. Divê em li ser vê rewşê bixebitin û sedemên vê baştir karibin bînin ziman.