Dara Berxwedêr: Berû

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 11 Kanûn 2024 - 02:15

Li cîhanê her ax û erdnigarî li gorî xwe candaran diafirîne. Li welatê me Kurdistanê jî berû, mazû, benav, kevot, şehînok, êrvist, qaç, çinar, zergoz, bî, spîndar û bi dehan cûreyên darên din ên biber û bêber hene. Wek karçik, gihûş, kizwan, fistaq, behîv, goz, mêw, sêv, xox, mijmij, hilû, hejîr û hwd. Her yek ji van jî gelek cûreyên xwe lê çêdibin. Her çiqas li ser vê axê bêhesap cûreyên daran şîn dibin jî, dara sereke ya nav û dengê xwe dide welatê me Berû ye. Berû, ji Merîwanê heta Dîlok û Efrîn, ji Meletiyê û Qersê heta Kerkûk û Mûsilê li seranserê welête me heşîn dibê. Li zozan û çiyayan, li mêrg û latan, li gelî û newalan best û bilindahiyan, li hemû deverên welêt heşîn dibe. Dara berû dareke bi ber û berekete. Çilo yê wê weke alif didin pezê qer. Bizin ji çiloyê wê pir hez dikin. Tenê li Botanê salê bi hezaran gurzên çiloberû dixin dêzeh û zivistanê wî çiloyî didin bizinan. Disa payîzan dema berû çêdibin xwediyê pez diçin çiyê û berûyan diweşînin kom dikin û tînin, zivistanê didin pêz. Ji wan berûyan hinek şêrîn in û mirov dixwin.  Di demsala zivistanan de mirov gelek caran têxistin nava terafa tifik û sobeyan û dixwin. Pêşiyên me berê di salên xelayê de berû dibirin êş û dikirin arvan û nan. Piştre nanê berûyan dixwarin. Zû bi zû kurm nadin dara wê û kêzik û mêşik nakevin nava darên wê. Li dijî agir bi hêz e. Komira wê jî ji ya darên din çêtir e. Yek ji darên herî zêde şîn dibin û têne nasîn jî Dara Berûyê ye. Li ser dara berûyê gelek çîrok hatine gotin. Beriya ku em derbasî hin çîrokên li ser wê hatine gotin bibin, divê em berê hinekî dara berû nas bikin. Berû, berî an darberû navê darên emirdirêj a ji malbata Narewanan e. Jîngeha darberûyan derbasî herêmên Deryaya Navîn heta çiyayên Zagrosê dibe. Kevnarbûna darberûyan ji hezar salî zêdetir e. Dara berû darek pîroz e. Dema Dara Berûyê tê gotin hêz û jiyan tê bîra mirov. Remza hêz, jiyan û berxwedanê ye. Hem axê û hem hewayê diparêze. Darek pir berxwedêr e. Dostê derdorê û oksîjenê ye. Sembola xwedavend û xwedayan e. Her tim xwe nû dike û diafirîne. Li dijî agir û birekan xwe diparêze  û berxwedêr e.

Dareke pîroz e!

Di pêvajoyên dîrokê de dara berûyê şibandine bedena xwedawendan. Ji bo ebedîbûn û bêmiriniyê peykerên xwedawendan ji dara berûyê çêkirine. Heya demekê cezayê birîna dara berûyê kuştin bû. Hinek pêvajoyan jî dema ku kes neçar bibe darek berûyê jêbike, divê di cihê wê de teqez yekî nû biçîne. Di mîtolojiyan de jî timî tê dîtin ku herçî dar dema bê birîn cezayê wê heye. Li ser goristanan çandina darên berûyê jî ji wê kevneşopiyê tê. Di baweriyên qedîm de weke dareke pîroz hatiye dîtin. Berû hevalên rojên teng in, herî dawî di sê mehên ambargoya Geliyê Qiyametê û Deşta Etrûşê li ser penaberên ji bakurê Kurdistanê hat meşandin de rola xwe ya dîrokî lîstiye. Ne ji berûyan bûya dibe ku nîvê penaberan di Geliyê Qiyametê de ji birçîna bimirana. Jixwe ji navê wê diyar e di gelek qiyametan de bûye stargeh û pişta welatiyan girtiye.

Mîna Berûya 15 hezar salî me

Rêber Abdullah Ocalan bi boneya roja 4 Nîsanê di sala 2004’an silavê xwe ji her kesî re dişîne û van peyaman dide:“Mîna dara Berû ya 15 hezar salî me. Dara Berûyê pîroz e. Ger çiqilkê min bêne qut kirin jî, min biberidînin jî, hin pelên min biweşin jî, kokên min di kûrahiya dîrokê de ne. Ji ber wê ye ku cardin dikarim xwe biafirînim. Bi wesîleya vê rojê cardin silavê xwe bi taybet ji bo jinan, ji bo giştî gelê xwe dişînim û dixwazim vê bînim ziman; ger gelê Kurd, vê rojê wek zayîna xwe bi nav dike, divê her derê bi çandina darên Berûyê, şîn bikin. Çiya, kevir, divê her derê şîn bikin. Ji ber sedsala 21. sedsala ekolojîk e. Bi vê wesîlê ji we re pêşniyar dikim, li her derê darên Berûyê biçînin. Kes nikare bêje; “Berû neçîne…”

XWEBÛN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.