Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Koblenza li Rheinland-Pfalzê 9 sal û 3 neh cezayê hepsê li DAIŞ’iyeke Elman birrî ji ber sûcên li dijî mirovahiyê, sûcên şer, alîkariya bi qirkirinê re û endametiya rêxistineke terorîst a li derveyî Elmanyayê. Berdevkeke dadgehê ya li ser mijarê daxuyanî da, navê jina îro 37 salî eşkere nekir, lê belê da zanîn ku ji ber sûcên di îdîanameyê de ew jina DAIŞ’ê ya Elman sûcdar hatiye dîtin.
Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Koblenzê, ji ber sûcên îdîanameyê yên weke “Sûcên li dijî mirovahiyê”, “kolekirina mirovekê”, “Alîkariya ji bo qirkirinê”, “sûcên şer” û “endametiya rêxistineke terorîst” ev DAIŞ’iya Elman sûcdar dît. dadgehê 9 sal û 3 meh cezayê hepsê li vê endama DAIŞ’ê birrî.
Dadgehê got, şik û guman tê de nîne ku ev jina niha 37 salî di navbera Kanûna 2014’an û Adara 2019’an de endama DAIŞ’ê bûye. Ev jin bi mêrê xwe yê bi mehra melê re çûbû Sûrî. Ew û mêrê xwe paşê çûne Mûsilê û li wir li maleke ku wan desteser kiribû bi cih bûbûn.
Her sûc li dijî mirovahiyê kiriye
Mêrê wê yek ji bijîşkên DAIŞ’ê bûye. Wê bi xwe li mala ku desteser kiribû, du keçên xwe yên sala 2015’an û 2018’an hatibûn dinê, li gorî îdeolojiya DAIŞ’ê mezin dikirin. Lê wê her wiha karên leşkerî jî kirine. Li mala ku wan xwediyê wê kiribû der de, wê teqemenî û sîleh kom kiribûn. Yanî mala wê yek ji cebilxaneyên DAIŞ’ê bûye.
Wê û mêrê wê ji Nîsana 2016´an û pê ve jineke Êzîdî li nava mala xwe kiribû kole. Ev jina hanê jî ji Tebaxa 2014’an ve di destê DAIŞ’ê de êsîr bû. Wan karê mala xwe li Sûrî û Iraqê bi vê jina Êzîdî dabû kirin û weke ku milkê wan be miamele pê re kiribû. Bi zanîn û erêkirina sûcdarê, mêrê wê gelek caran dest avêtibû vê jina Êzîdî ya êsîr û kole kirî û gelek caran jî lê dabû.
Wê û mêrê wê li ser jina Êzîdî ferz kiribû ku nimêj bike û rojî bigire. Bi vî awayî jî esas wan di nava siyaseta qirkirina Êzîdiyan a bi destê DAIŞ’ê de cihê xwe girtibû. Ji ber vê zilmê, heta roja îro jî ev jina Êzîdî nehatiye ser hemdê xwe û êş û azaran dikişîne.
Xwestibû bireve
Ew jixwe teslîm jî nebûye. Gava ku tevî êsîra xwe hewl da ku bireve, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ew Adara 2019’an girtibû. Ew Adara 2022’yan di encama lihevkirina Rêveberiya Xweser û Elmanyayê de teslîmî rayedarên Elman hatibû girtin û jin hingê ve girtîbû.
KOBLENZ