Dagirker li zarokan dixin
Pêncşem 2 Mijdar 2023 - 00:29
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî 2 gundên Minbicê kir. Di êrişan de yek ji wan zarok, 2 kes birîndar bûn.
Navenda Ragihandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku balafireke bêmirov û biçek a artêşa Tirk a dagirker 31’ê Cotmehê li gundê Toxar ê bakurê bajarê Minbicê êriş pêk aniye. Hat destnîşankirin ku hemwextî êrişa balafira bêmirov, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Ewn Dadat ê bakurê bajêr jî topbaran kiriye û di encamê de yek ji wan zarok, 2 kes birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya navendê, her du gundên êriş lê hatine kirin bi sivîlan dagirtî ne û armanc ji êrişan tirsandin û koçberkirina gundiyan e.
NAVENDA NÛÇEYAN