Dadgehkirin yan jî tehliyenebûn

Aryana BARAN nivîsand —

În 19 Çile 2024 - 02:30

Ez ketim ber qanûna ceza ya Tirk a hejmar 125 û pê hatim dadgehkirin. Yên ku ji ber heman qanûnê hatin dadgehkirin, gelk bûn. Sedema vê yekê nêzîkatiya dadgehan bû. Jixwe bi qanûna “dijî terorê” çarçoveya sûcdariyê fireh bûbû. Dadgehan di bin bandora şer de ceza dibarandin. Birrîna cezayê muebedê gelekî hêsan bû û berbelav jî bû.

Dadghebûna bi qanûna hejmar 125, pozîsyonek bû, yan jî pozîsyonek ferz dikir. Ev yekî jî pozîsyona helwêsta konevanî yanî siyasî bû. Helwêst û parastina siyasî, beriya her kesî bi me diket yanî bi wan kesan ku ji ber qanûna hejmar 125 dihatin dadgehkirin. Ji ber ku mayîna me ya di zindanê de diyar bû. Yên ji ber qanûna hejmar 125´ê dihatin  dadgehkirin û li bendê bûn bên tehliyekirin, pirr kêm bûn. Pirraniya me li ser tehliyebûnê yan jî derketina ji zindanê nedifikirî jî, ji ber vê rewşê, rista dadgehan ji bo me û hevalên din diguherî.

Min jî wekî gelek hevalan ji boyî xwe, têkiliya dadgehan û tehliyeyê qet çê nedikir. dadgeh ji boyî min cihê parastina siyasî yan jî cihê anîna ziman a pirsgirêkên li zindanê bû. Carinan me di rûniştinan de daxuyaniya çalakiyekeê dida. Lewma derfeteke din a agahdarkirina derve nebû. Me bi daxuyaniya xwe hem malbat, parêzer û raya giştî agahdar dikir û hem jî ji heyeta dadgehê dixwest hişyar be. Carna ev daxuyanî wekî helwêstekê bû li hember bûyerên civakî yên wekî kuştina jinan, destdirêjiya li zarokan, êşkenceya li gel û girtiyan, me daxuyanî didan, helwêsta xwe nîşan dida. Ev yek gelek caran wekî daxuyaniya sûc dihat kirin. Yanî rista dadgehan ji bo me girtiyên cezayên giran, ev bû.

Ez bi xwe li derveyê van rewşên pêwîst, tevlî rûniûtinan nedibûm. Li gorî qanûnên wê demê, tevlîbûna rûniştinan ne ferz bû. Lewma bi hincet neçûna. Ez tenê çûn 2-3 danişînan. dadgehkirina ku mirov bi encama wê zanibe, zêde ne bi dilê mirov e mirov biîe û li gunehbarkirina xwe temaşe bike. Dema ku çûm rûniştina dawiyê, li me heft kesan cezayê muebedê hat birrîn û bi giştî li qederê bîst kesan ceza hat birrîn. Agahiya min jê nebû, ji ber ku neçûbûm rûniştina beriya wê. Ber bi nîvrojê ve, rêveberiya girtîgehê got, “Rûniştina dawiyê ye û heyeta dadgehê ferz dîtiye tu hazir bî.” Min hema wisa xwe amade kir û ez çûm. Dema ketim salona dadgehê, min dît ku heval parastinên xwe yên dawiyê dikin. Helwêst bi giranî, dadgehkirina bi sûcdarkirinê û parastina siyasî bû.

Ji ber ku min tiştek amade nekiribû, tiûtekî min bikira nebû. Dema dor hate min, ez tevlî parastina hevala bûm: “Parastina wan a min e jî”. Hejmar gelek bû, parazname dirêj bûn, parastinê heta êvarê dewam kir. Dema bi dawî bû tarî ketibû erdê û heyetê navbereke çend deqîqeyan da ji boyî biryarê. Lewma cezayê ku li me bibirrin ji mêj zelal bûn. Li gorî parastina me biryarên xwe di ber çavan re derbas nedikirin. Piştî navberê heyetê dest bi xwendina biryarê kir. Hevalan jî dest bi gotina dirûşmeyan kir. Ji ber ku em gelek bûn, avahiya dadgehê ji ber dengê dirûşmeyan dihejiya. Li ser vê leşkeran êrişî me kir. Ji ber ku girtî ji girtîgehên cihê hatibûn, hejmara leşkeran jî ewçend zêde bû. Bi ser de jî gava em derketin ji bo navberê, me dît ku polês û leşkerên bajêr jî di korîdorên dadgehê de ne. Me fêm kir wê piştî rûniştinê êşkenceyeke dijwar hebe ya bi derbehişkan. Bi cezayan û dirûşmeyan re lêdanê dest pê kir. Di dosyaya me de bi tenê ez jin bûm. Ji gitîgeha ez lê girtî jî ez bi tenê hatibûm. Gava rûniştin bi dawî bû, tevlîhevî çêbû, leşkeran bi milê min girt, bi kaşkirinê ez ji hola dadgehê derxistim. Di wê navberê de min debgê fermandarê koma ez anîbûm, bihîst: “Law wê jina terorîst a me bînin, bila lênexin”. Bi wî awayî ez bê lêdan vegeriyam girtîgehê. Ev mesele di navbera min û hevalên min ên dosyayê de bû mijara henekan. Ji ber ku wan lêdan xwaribû, êşkence li wan hatibû kirin. Wan digot, “Nexwe, carna hinek mirov terorîstên xwe bibînin jî baş e!”

Piştî ku di wê dosyayê de ceza li min hat birrîn, li wesayîta rîngê siwar bûm û min berê xwe da girtîgehê, ji boyî min rojeva dadgehê bi temamî bi dawî bû. Dema ji dadgehê vegeriyam, çi di rê de çi di li ba hevalan cezayê li min birrîbûn nedihat bîra min. Heta parêzer jî hewce nedît ku min biparêze. Dema dora min hat, bi tenê got, “Jixwe bi xwe tiûtên pêşwîst gotin. Tiştekî cuda nîne ku ez bibêjim. Rewşa wê ne muebed bû, li gorî endametiyê bû. Diviyabû heyeta dadgehê ev yek li ber çavan bigirta.” 

Lê dadgehê ew jî li ber çavan negirtibû. Jixwe bendewariyeke min a wisa jî nebû. Piştî vegera min a ji dadgehê, bêhtir parastina hevalan û dengên dirûşmeyan ên ku avahiya dadgehê hejandin li ber çavên min bûn, ew bûn rojeva min û helavan.

parvê bike

Aryana BARAN

Nivîsên Aryana BARAN

Kî ne em?
1 kanûnê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.