Kî ne em?

Aryana BARAN nivîsand —

În 1 Kanûn 2023 - 02:07

Di despêka nivîsandin û parkirinê de silaveke germ a ji dil ji parker û hemdîlan hemûyan re! Hêvîdar im ku di vê heyama parkirinê de em li hev hest, hêvî û wateyan zêde bikin. Ev bibe wesîleya dewlemendî û piçekî be jî ronîdariya me.

Hin heval û hogiran ji bo derketiyên ji zindanan gotibû, “Kî ne ew”, me got em pirsê temam bikin û hinekî jî ji hundir bipirsin. Lewma me got, “Kî ne em?”
Ev pirsa ku di heman demê de navê helbesta xoşewîst Cegerxwîn e, “kî”bûna kes yan jî koman nîşan dide. Jixwe Cegerxwîn jî wê pirsê ji boyî “kî”bûna Kurdan dike.Yanî ev pirs dixwaze nasnameyan pênase bike, mirov dikane ji boyî vê pirsê gelek bersivan bi pêş bixe. Lewma meriv xwediyê gelek nasnameyan e. Meriv li gorî civaka xwe, li gorî erdnîgariya lê tê dinê, bi hin nasnameyan ji dayik dibe; wekî Kurdbûn, Tirkbûn, Erebbûnê, wekî reşik, zerik yan jî spîbûnê, wekî jinbûn û mêrbûnê. Meriv bi demê re hin nasnameyên din li van zêde dike; wekî pîşe, huner, tercîhên jiyanê û pê ve girêdayî karakter. Carinan girêdayî van hemûyan, lê rasterast ne terciha meriv be jî zeman û mekan hin nasname û pênaseyên din li cem meriv peyda dikin; wekî “girtîbûn”, “derketîbûnê/berdayîbûnê”. Wekî din jî nasname û pênase hene, lê mijara pirsa me ya “kî ne em” ji xwe girtîbûn û derketîbûn e.

Bêguman, meriv girtî nemabe, nasnameyeke wî ya “berdayîbûnê” jî çênabe. Beriya her nasnameya berdayîbûnê, nasnameya girtîbûnê heye. Dibe ku bi hin kesan ecêb be ku meriv girtîbûn û berdayîbûnê weke nasname bi nav bike. Lê dema meriv di pêkhatina mirovî de li rista zeman û mekan bihizire, hingê ev nasname dikane hinekî din nêzî rastiyê were dîtin.

Ji ber rastiya welatê me, hema hema nîv qirn e ku girtîbûn û berdayîbûn  ji bo yî me demdar a zindî ye. Lê dîsa jî her pêvajo bi reseniya xwe diqewime. Wekî tevahiya mijar û nasnameyan, rengê girtîbûn û berdayîbûnê jî li gorî heyaman diguhere. Beriya niha bi 20 salan, bi sîh salan, girtîbûn û derketina ji zindanê bi rengekî bû, îro bi rengekî din e. Sedema ku me girtîbûn û derketîbûn ji xwe re kiriye mijara nirxandin û dahûrandinê jî ev e. Mijar bi awayekî resen û zindî dîsa li ber me ye. Rastî ew e ku van 15-20 salên dawî hema hema nîvê welatiyên me bûn girtî û berdayî. Ev mijareke girîng e û jê re nirxandin û dahûrandinên resên divê. Herçî mijara vê nivîsê ye, girtîbûna demdirêj û derketina ji zindanê ya piştî wê ye.    

Girtiyên ku vê pêvajoyê derketin û tevî astengiyan derketina wan a ji zindanê dewam dike, girtiyên herî demdirêj ên dîroka me ne. Ne tenê li welatê me, lê li dinyayê jî bênimûne ye. Li ti devera din a dinyayê, ti zemanî komeke din a wisa mezin demeke ew qasî dirêj ango sîh salan di zindanê nemaye. Nimuneyên heyî, yan girtûbûna wan ne ewqasî dirêj e, yan jî hejmara girtiyan ne ewqas zêde ye. Heman tişt ji boyî girtîbûna jinan jî lê ye. Heke heta niha ev mijar nebûye rojev, heta bi radeyekê ev kêmasiya yên “hundir” û “derve” ye lewma ev rewş asayî hatiye dîtin.

Ji derveyî mînakên munferîd, hîna nû ji 3´yê Nîsana 2021´ê û pê ve derketina ji zindanê ya girtiyên siyasî kete rojevê. Lewma di 3´yê Nîsana 1991´ê de bi qanûna “antî-terorê” re qanûna tecîlê jî lê bû. Tesîra vê qanûnê bi awayên cuda be jî li cezayên beriya hingê hatibûn birrîn jî bû. Bi qanûna tecîlê re bi taybetî kesên ku ji ber endametî, rêveberî û alîkariya rêxistinê hatibûn cezakirin, bi radeyeke mezin hatin tehliyekirin. Yên din ên ku cezayê muebedê yan jî îdamê li wan hatibû birrîn jî demeke dirêj man di zindanê de lê negihiştin 30 salan. Yên ku 15, 20, 25 salan di zindanê de man jî hebûn. Heta 2021´ê bi giştî hatibûn berdan.

Salên 1990´î salên girseyîbûnê bûn; hem girseyîbûna di nava gel de û hem jî ya di nava jinan de derkete pêş. Girtinên girseyî û pirbûna girtiyên jin jî hema li pey vê hat. Cezayên bi qanûna “antî-terorê” hatibûn girankirin, bûn sedema girtîmanên demdirêj. Elaqedarî polîtîkaya demê jî li gelek kesan cezayên pirr giran hatin birrîn. Ji ber vê yekê jî beşeke mezin a van giriyan 30 salan di zindanê de ma.

30 sal ji bo temenê mirovekê/î beşeke mezin e. Ji ber ku gelek ji me 18, 19, 20 salî yan jî mezintir ketiye zindanê, derketina ji zindanê jî qederê nîv qirnê ye. Ji me ya/yê herî piçûk qederê pêncîh salî ye. Ev yek ne tenê ji bo temen, ji bo tevahiya warên jiyanê yên civakî lê ye. Heger meriv bipêşketina bi lez a teknolojiyê, zanistê, înformasyonê; bi  bandora wan guherîna di sosyolojiya civakê, sinc û çanda civakî de bihesibîne, hingê mesafe wê dirêjtir bibe: mesafeya di navbera me û rastiya li derve de. Bê şik, li hundir em ji bipêşketina teknîkê û guhertina civakê bi tevahî ne bêhay bûn. Lê weke her tiştî, agahdarbûn û tê de jiyan, ne wekî hev in. Eshab ul- Kehf yanî meseleya 7 kesên di xew de, efsaneyek e. Ew sêsed salan di şikefetekê de raketine. Haya wan ji rewşa dinê nemaye. Heger em serdema navîn û guherîna hêdîka ya wê demê û guherîna bi lez a vê heyamê li ber çavan bigirin, em ê bibînin ku mesafeya di navbera me û derve de ji ya wan heft raketiyan dinya piştî raketinê, ne kêmtir e.

Mesefeya em qala wê dikin ji teknîkê pirr wêdetir e. Lê veguherînên teknîkî hem mesafeyê hinekî berçav dikin hem jî vê teknîk û teknolojiyê weha kiriye ku bandorê li ser rewşa civakî bike. Xwedê dizane, nimûneya vê ya rojane herî zêde darîçav e, telefon e. Weke kurteya bipêşketina teknolojîk, rastiyekê jî îfade dike. Gava em ji derve qetiyan û ketin hundir [-ê zindanê], li kêm malan telefon hebûn. Telefon bi kablo û pişkokên bi reqem bûn. Yan jî reqem di nava xelekekê de bûn û yek bi yek dihatin çerxkirin. Telefonên destan tinebûn. Nû nû qala kompûterê dihate kirin. Kêm kesan komputer dîtibûn. Vîdeo û kasetên vîdeoyan nû nû belav dibûn. Qet nebe li welatê me rewş wisa bû.

Niha em nikanin ji kesên vê serdemê hînî telefonê bibin. Ji ber ku wan di adetên xwe yên rojane de teknolojiya 30 salan kom kiriye, zarok û ciwan bi çav, dest û tiliyan wekî berhemên sîh salî wan dixebitînin. Esas, em nikanin ji zarokan jî hînî telefonê bibin. Gotin û dîmenên ku nikanin bi lêv bikin ji peçiyên wan ji bîbika çavên wan difûrin. Em tenê û tenê dikarin ji pîr û kalan hîn bibin. Lewma, gelek ji wan jî wekî me piştre hîn bûne. Bandora çand û adetên berê hîna li ser wan heye. Ew bi xwe jî berhemên demên bihurî ne. Hêdî hêdî hîn dibin, em jî ji wan hîn dibin.

Heger mirov bikeve nava meseleyên berdayiyan û têkiliyên wan ên bi kesên li derve re, mesele û pêkenok gelek in. Her kesî çi kêm û çi zêde nimûneyê wan bihîstine, ew bûne mijara sohbetan. Lê em mijarê belawela nekin û pirsa xwe ji bîr nekin: “Kî ne em?” Mebesta me ji vê pirsê ev e: Heger em wekî parçeyekî rastiya vî welatî û civaka xwe dîroka girtîbûnê û diyalektîka derketîbûna ji zindanê baş fêm nekin, em ê nikanibin wan nasnameyan, reseniya wan baş fêm bikin û bi pêvajoyê ve girêdayî rast pênase bikin. Ne tenê ji bo ku yên li derve berdayiyan nas bikin, ji bo ku yên ji zindanê derketî ji derve baş fêm bikin, ji bo ku hevpariyek, kelijandineke rast pêk were jî naskirin û rast pênasekirin girîng in. Meriv herî baş bi xwe dizane, meriv dikanin ji bere û aliyê xwe ve xwe vêbêjin û pênase bikin. Kî ne em, em di demên çawa de jiyan? Me li dinyayê, li mirovahiyê, li gelê xwe yê li derve çawa nihêrî? Me sîh sal çawa hesibandin, çawa bêhesab derbas kirin. Me pişta xwe sparte kîjan rastiyan, me hêviyên xwe bi kîjan rastî û heqîqetan vejandin? Di wê dema dirêj de derketina ji zindanê ji boyî me çi bû? Bû çi, dema derkete pêşberî me? Li derve em bi çi şa û şanaz bûn, em bi çi xembar bûn? Bersivên van pirsan ji alî û bereya derketiyên ji zindanê ve dê pênaseya nasnameyeke vê heyamê îfade bike.

Wekî Einstein gotî, hînbûn mijareke dijwar e. Çi li hundir û çi li derve hînbûn û adetên demdirêj bi meriv re ta radeyekê korbûnekê bi pêş dixe. Ev rewş nahêle ku meriv şaşîtiyan jî rast bibîne û binirxîne. Di vê biwarê de naskirin û nasandina hundir û derve ji boyî fêmkirin û temamkirinê mijarên girîng in. Çawa ku rastiya derve û hundir, esas parçeyên heman rastiyê, encama heman pergalê ne, heqîqet jî yek e. Lewma fêmkirin, têgihiştin ji boyî kesê xwezan ferz e.  

parvê bike

Aryana BARAN

Nivîsên Aryana BARAN

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.