CPJ’ê xelata azadiyê da Mosaed

Nûçeyên Cîhan

În 20 Mijdar 2020 - 23:45

  • Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ya navenda wê li bajarê DYE´yê New Yorkê, Xelata Azadiya Çapemeniyê da Mosaed.

Rojnamevanê Îranê Mohammad Mossaed ê ku ji ber nûçeyên wî, bêhtirî 4 salan cezayê hepsê lê hatiye birrîn, xelata azadiya çapemeniyê wergirt. Merasîma xelatdayînê li New Yorkê online li ser înternetê hat kirin.

Mohammad Mosaed rojnamevanekî serbest bû û li ser gendelî, cezayên aborî û tevgerên protestoyî nûçe çêdikirin. Tebaxa bihurî 4 sal û 9 meh cezayê hepsê lê hat birrîn ji ber ku xebero “propagandaya li dijî sîstemê” kiriye.

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ya navenda wê li bajarê DYE´yê New Yorkê, Xelata Azadiya Çapemeniyê da Mosaed. Wê di daxuyaniya xwe ya li ser xelatê de got, “[CPJ] Bi vê xelatê bi qedrê Mosaed dizane da ku balê bibe ser wan tehlûkeyan ku li ber Mosaed û rojnamevanên din ên Îranî di karê wan ên rojane de hene, û da ku bi bîra rayedarên Îranî bike ku dinya li wan dinihêre.”

NEW YORK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.