• Di hilbijartina meclîsa bajêr a bajarê herî mezin ê Swîsreyê Zurichê de 13´ê Sibatê namzeta Partiya Sosyal Demokrat (SP) Corine Mauch bi ser ket û dîsa bû şaredar. 

ALÎ OZŞERÎK / ZURICH

Di hilbijartina meclîsa bajêr a bajarê herî mezin ê Swîsreyê Zurichê de 13´ê Sibatê namzeta Partiya Sosyal Demokrat (SP) Corine Mauch bi ser ket û dîsa bû şaredar. Di hilbijartinê de rêveberiya ji 9 kesan a bajêr û meclîsa 125 kesî jî hat hilbijartin. Di hilbijartinê de partiya rastgir Partiya Gel a Swîsreyê (SVP), şikesteke mezin xwar. 

Corine Mauchê bêhtirî 57 hezar dengan wergirtin. Di rêveberiya bajêr de jî 4 endamên ji SP, 2 yên ji Partiya Keskan û 2 yên ji Lîberalan (FP) û yekî ji GLP’ê hene.

Kurdistaniyan jî destek dida şaredar Corine Mauch. Wê jî destek dabû dostaniya Amed û Zurîchê. Wê wekî din bi nameyekê piştgiriya xwe ya ji bo şaredara Amedê ya rehîngirtî Gultan Kişanak jî nîşan dabû.