‘Çinûr’ çîroka me ye

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 28 Mijdar 2023 - 00:11

BAZÎD EVREN / MA / AMED 

Derhêner û şanoger Nazmî Karaman amedekariyên promiyera lîstika xwe ya bi navê “Çinûr” dike. Wî da zanîn ku şanoya kurdî bi pirranî bi komediyê dadikeve û ji bo lîstika xwe ya nû got: “Me îcar xwest em bi şêwazeke dramayê lîstikekê derxin ser dikê. Çîrokeke bi Kurdî ye û tenê kesek dilîze.” 

Di şanoya Kurdî de ev demeke ji bilî komediyê, ti cureyên din ên şanoyê nayên lîstin. Di heman demê de ku çanda Kurdan ewqas dewlemend e jî, ji ber ku nivîskarên tekstan nînin, şanogerên Kurd lîstikên biyanî werdigerînin Kurdî û wan lîstikan dilîzin. Lê niha şanoger û derhêner Nazmî Karaman bi lîstikeke nû ku çîroka wê kurdî ye û ji hêla şanogerê Kurd ê rojhilatî Qutbedîn Sadiqî (Ghotbedin Sadeghî) ve bi zimanê Farisî hatiye nivîsandin, derdikeve ser dikê. Navê lîstikê “Çinûr” e û lîstikeke dramayê ye. Nazmî Karaman weke lîstikvan ew ê derkeve ser dikê û Şîlan Alagoz derhêneriya lîstikê dike. Alîkariya derhêner Rûşen Adiguzel, muzîk Ramîn Rabîeî, dekor Sîdar Aslan, wergera ji Farisî jî ji hêla Cumhur Olmez ve hatiye kirin.  

Şanoger û derhêner Nazmî Karaman ku di lîstikê de ew tenê dilîze, behsa çîroka lîstikê kir û pêvajoya hazirkirina lîstikê bi me re parve kir.

Çinûr yek ji wan çîrokên me ye

Karaman, anî ziman ku nivîskarê lîstikê şanogerê kurd Ghotbedin Sadeghi ye û got ku par dema hatibû Mihrîcana Şanoyê ya Amedê hev naskirine. Karaman, destnîşan kir ku gava Sadeghî behsa mijara lîstikê kirî, pirr li xweşiya wî çûye û ji bo lîstikê derxe ser dikê destûr jê xwestiye. Karaman, da zanîn ku ew demekî dirêj li tekstên şanoyê yên ku bi yekkesî tên lîstin kolaya û got; “Ez li tekstên kesane pirr geriyam, min hinek dîtin jî lê dilê min ba wan razî nebû. Mijarên wan bi serê min neketin. Her wiha pirraniya lîstikên me jî komedî ne, ji lewma min xwest ev car ez lîstikeke dramayê derxim ser dikê. Piştî mamoste behsa texsta lîstika ‘Çinûr’ kir, min dît ku ev çîrok çîrokeke me ye û kurdewar e. Ji xwe min jî dixwest lîstikeke bi Kurdî derbixim ser dikê. Min nedixwest lîstikeke ku hatiye wergerkirin derxim ser dikê.” 

Serpêhatiya şanogerekî vedibêje

Lîstika “Çinûr” behsa şanogerekî Îranî dike. Ev şanogerê Îranî gava ku zanîngeh dixwîne beşdarî çalakiyan dibe û di van çalakiyan de evîndarê jinekê dibe. Nazmî Karaman wiha behsa mijara lîstikê dike; “Jin di nava karên siyasî de ye û şanoger jî ji ber hezkirina xwe dikeve nava karên siyasî. Di sala 1953’yan de li Îranê darbeyek çêdibe û jina ku şanoger evîndarê wê dibe, tê kuştin. Beriya kuştinê, jin û şanoger bi hev re dizewicin. Piştî jin tê kuştin, şanoger jî sirgunî Sovyetê dikin. Şanoger 20 sal li welatê Sovyetan dimîne û piştre vedigere Îranê. Ji bo dîtina gora hevjîna xwe tê lê dibîne ku gora hevjîna wî nîne. Şanoger behsa xwe, evîna xwe û darbeya 1953’yan çawa çêbûye dike.”

Ji bo şanoya Kurdî ‘Teatra Ba’ ava dike

Nazmî Karaman balê bir ser projeya xwe ya bi navê Teatra Ba û da zanîn ku ew weke derhêner û lîstikvan demekî dirêje li gel komên cuda dixebite. Karaman da zanîn ku avakirina komeke şanoyê her tim di bîra wî de bûye û di dawê de ev xeyala xwe pêk aniye. Karaman got; “Min ji xwe pirsî ‘ez çawa komê ava bikim?’ Ez bibêjim li Cizîrê şanoya kurdî nîne lê li ser medyaya dijîtal gelek ciwan ji bo min dinivîsin û dibêjin ku ‘Em dixwazin şanogeriyê bikin. Em ê çawa bikin?’ Min jî xwest ku ez Teatra Ba’yê ava bikim û li gorî derfetên xwe biçim 3-4 mehan li Cizîrê bimînim, wan ciwanan kom bikim û bi hev re li ser şanoyê atolyeyekê çêkin. Piştre jî em li wir bi wan ciwanan re lîstikekê derxînin û bila ew bixwe li ser navê Teatra Ba’yê bilîzin. Her wiha li Dêrsimê, Colemêrgê û bajarên din ku şanoya kurdî lê nînin dixwazim bi projeyên wiha xwe bigihinîm ciwanan. Dixwazim li gel wan ciwanên kurd lîstikên kurdî çêbikim û bila li wir jî bingeha şanoya kurdî çêbibe. Pêwistiya me gelek bi hunera kurdî heye. Teatra Ba, bi vê mebestê derket holê.”

Promiyera lîstikê 1’ê Kanûnê ye

Karaman, anî ziman ku lîstika wî ya nû “Çinûr” jî bi piştgiriya Culture Civic û Yekitiya Ewropayê (YE) hatiye amade kirin û ew ê di 1’ê meha Kanûnê de jî promiyera xwe bike. Karaman, diyar kir ku temaşevanên ku dê bên temaşe bikin dê biecibînin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Divê temaşevan bên li huner û şanoya kurdî temaşe bikin. Me weke komekê ked da. Me provayên xwe li Şanoya Bajêr a Amedê kirin, em spasiya wan jî dikin. Her wiha dê turneyên me jî hebin û em ê meheke din biçin Êlih, Wan, Stenbol, Îzmîr, Enqere û Mêrdînê jî. Em li benda temaşevanên xwe ne.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.