‘Çima’ li Dêrikê bû

Şemî 24 Tîrmeh 2021 - 02:27

Tevgera Çand û Huner di çarçoveya rêzeçalakiyên xwe yên çandî de û ji çarçoveya çalakiyên xwe yên meha çandî ku bi dirûşmeya "Bi çand û hunerê neteweya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin û bi ser bikevin" şanoyek li Navenda Dîcle ya Çand û Huner a Dêrikê pêşkêş kir.

Bi dehan şêniyên Dêrikê û endamên Navenda Dîcle ya Çand û Huner amade bûn û li "Çima" temaşe kirin.

Piştî rêzgirtinê, Komîna Şanoyê ya Koma Çiyayê Lêlûnê, şanoyek pêşkêş kir û tê de bang kir da ku Kurd bibin yek, nakokî bên îzolekirin, û ji şerê navxweyî mirov dûr bin. Şanoyê nîv saetê dirêj kir.

Derhêner û nivîskarê şanoyê, Kawa Fetah got, "Armanca vê şanoyê ew e ku şerê hundirîn ê Kurdan ji holê rabe, bang dike da ku hezkirin hebe û biratiya di nava gelan de hebe, nexasim di nava gelê Kurd de."

Kawa Fetah da zanîn ku dijminên gelê Kurd pirr in û peyama wan a bi vê şanoyê wekî çîrokeke gundan e; dema ku nakokî di navbera birayan de çêdibe, mezin dest werdidin da ku pirsgirêkê çareser bikin û şer çênebe."

Çalakiyên Tevgera Çand û Hunerê li bajar û kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê heta du mehan dewam bikin. 

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.