Çima girtiyê siyasî xwe bikuje!

Duşem 11 Tîrmeh 2022 - 22:36

  • Li gorî îdîaya rejîma Îranê, 6´ê Tîrmehê girtiyê siyasî yê Kurd Metîn Hesenvend ê ku xelkê bajarê Şinoyê ye, dawî bi jiyana xwe aniye.

Li gorî îdîaya rejîma Îranê, 6´ê Tîrmehê girtiyê siyasî yê Kurd Metîn Hesenvend ê ku xelkê bajarê Şinoyê ye, dawî bi jiyana xwe aniye.

Metîn Hesenvend beriya wê bi rojekê ji hepsa Urmiyê veguheztibûn hepsa Makluyê.

Rejîmê pêrar bi îdîaya ku hevkariya bi rêxistineke Kurd re kiriye, ew girtibû. Gava hat girtin, Metîn Hesenvend leşkeriya mecbûrî dikir, li baregeheke leşkerî ya li bajarî Şinoyê wezîfedar bû. 

Dadgeha rejîmê ya li Urmiyê ji ber tohmeta hevkariya bi partiyeke Kurd re 5 sal cezayê hepsê li Metîn Hesenvend birrî û her wiha cezayê dûrxistina ji hepsa Urmiyê û veguheztina wî bo girtîgeha Makûyê ceza lê birrî. Wî heta niha 3 sal ji 5 sal cezayê xwe di hepsê de bihurandibû. 

Cenazeyê girtiyê siyasî yê Kurd Metîn Hesenvend li bajarê Şinoyê bi axê hat spartin. Sedema rastî ya mirina Metîn nayê zanîn.

URMIYE  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.