- Bi dengdana li Meclîsa Neteweyî ya Fransayê re qanûna têkoşîna li dijî cihêkariya ji ber devoka herêmî ya li cihê kar, hate qebûlkirin.
Bi dengdana li Meclîsa Neteweyî ya Fransayê re qanûna têkoşîna li dijî cihêkariya ji ber devoka herêmî ya li cihê kar, hate qebûlkirin. Bi vê qanûnê, êdî ji ber devoka xwe li şirketekê cihêkarî li dijî xebatkaran nikare bê kirin; heke bê kirin jî tê cezakirin.
Li Fransayê, nemaze kesên ji herêmên wêdeyî deryayê tên, yan jî ji gundewarên dûrî paytextê tên bi devoka xwe diaxivin. Ji ber vê devokê jî gelek cihêkarî li dijî wan dihat kirin. Ji bilî wê, xelkê herêma metropolîtan henekê xwe bi wan dikir.
Di vê pêşnûmaya qanûnê de ku wekîlê bajarê Hêraultê, Chrîstophe Euzet bire ber Meclîsa Neteweyî, tê gotin li dijî cihêkariya ji ber devokan ew ê têbikoşin. Ji sedî 98´ê parlamenteran pêşnûma erê kir. Pêşnûma wê niha biçe senatoya Fransî.
Qanûn, cihêkariya ji ber devokê weke cihêkariya nijadî, cinsî û ya li dijî seqetan dinirxîne û heta bi 3 salan cezayê hepsê û 45 hezar Euro cezayê pereyan ceza pêş dibîne.
Wezîrê Dadê, Eric Duppont-Moretti jî got yasa hewcehiyek e.
PARÎS