Çi bû gunehê ‘nora’yê?

Rêdûr DÎJLE nivîsand —

Duşem 12 Tîrmeh 2021 - 04:15

Lal Laleş, piştî sê pirtûkên helbestan ên bi Kurdî; “Berbejna Rê,” “Deqên Qesas” û “Matmayînên Ronyayê” vê dawiyê bi navê “nora istanbul bir hiçtir” bi Tirkî pirtûkeke helbestan çap kir. Ji ber ku pirtûk bi Tirkî ye, ji roja ku çap bûye heya niha, ji raya Kurdî gelek kes reaksiyonan nîşan didin, destên xwe hiltînin, û dibên tereqqq li orta gobeloka maseyê dixin: “Way efendim te çawa bi Tirkî pirtûkek çap kiriye!” 

Wekî “gunehkariyek mezin” kiribe wî didin ber topan. Tew hin kes qîma xwe bi vê jî naynin, bi ser de jî henekê xwe dikin. Berên tîrên dîkotomiya Newtonî didin ser wî û dibêjin, “Tu ji me yî yan tu ji wan î?” Wer xuya ye ji destê wan bê, wê wekî Platon wî ji “dewleta” xwe biqewirînin. 

Gelo ma berra jî Lal Laleşê ku bi sê dîwanên qerase yên bi Kurmanciya reş barê zeman û mekan hilgirt û hewil da ber bi zeman û mekaneke hîn xweşiktir û helbestî ve veguhêzîne, bi “nora istanbul bir hiçtir” “gunehkariyeke mezin” kiriye?

Na. Madem pisûle û hefsarê jiyana ti kesî ne di destê ti kesî de ye. Nexwe, her kes dide ser rêça bîr û baweriyên xwe ku yeqîniya xwe bi wan aniye. Bi van bîr û baweriyan, xwe li jiyanê digire. Ji ber hindê “nora istanbul bir hiçtir” jî li gor bîr û baweriya Laleş a ku xwe spartiyê, qet jî ne “gunehkariyeke mezin” e. 

Ne “gunehkariyeke mezin” e, çiku bi qasî ku ez Lal Laleş nas dikim, qibleya wî ya sereke Kurdî ye û ti carî dev ji vê qibleyê bernade. Dîsa bi qasî ku ez wî nas dikim, ji xeynî Kurdî bi henûnî nêzî yên din jî dibe. Bes li ser asasê reduksiyona zimên, nêzî çandê û sosyalojiya wêjeyê nabe, di vir de hûrnêrîn û dahûrandina çandê jî esas digire. Ji lew re yeqîniya xwe bi armoniya pirrdengî û pirrengî ya vê erdnîgariyê aniye. Armoniyeke dijberî dîkotomiya Newtonî: “Hem ev hem ew.” 

Ji ber kufrê şerabê vedixwin bi nikulê hibrê
Kirasgewr
Hûn ji riya heyatê
Ji sûretên dergehê pirmifte hez bikin
Bixemilînin daristan û şevan bi çirayên şad
Bireqisin!
Ava bikin qesran bi berên qebristanan
Berwarî roja li odeya we hiltê bibin
Ku zarokan dev avêt tawis
Êrîşkaran xêzika filehan gerand li dora laleşê
Hûn hemû tawisparêz
Bi kerba kerbelaya salê
şivê rakin li tiribêlka kirîbatiyê, li rima rojhilat
Di rojên giran de koç bikin
Zerîfexaneyên çiyayên Şengalê
Sindoqa merhemetê vekin,
şahid rakin zumrudên ariya êr
Minare bi ser serê me de xera bû!
Kirasgewr ji bîr nakin,
Bi tenê efû dikin! Birayên rojhilat!
Kirasgewr bi deq û dilqê xwe dikin
Kirasgewr bi kefenê kevokên ber kêra we dikin
Kirasgewr bi ava ku
Agirê dilê tifika rojhilat ditefîne dikin
Kirasgewr bi çerxa ku eşqa dilê tawis dihilîne dikin
Dêr bi ser serê me de xera bû...
Kirasgewr ji bîr nakin bi tenê efû dikin! Birayên rojava!
Evîndar,
Namînin li ber deriyê kewnê
Mifteya herî bi hibr e zimanê şêrê çekdar*

* Kirîv û Kufra Şerabê / Lal Laleş

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.