Çi bi Rojînê hat?

Sêşem 24 Hezîran 2025 - 03:10

Dayika Rojîn Kabaiş Aygul Kabaiş tekez kir ku 9 meh in di mirina gumanbar a Rojîn Kabaiş de ti pêşveçûn çênebûye û ew hîn jî dipirsin ka çi qewimîye.

Rojîn Kabaîş a 21 salî ji Amedê bû li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê dest bi xwendinê kir. Roja 27'ê Îlona 2024'an bi awayek guman winda bû û agahî jê nehat girtin. Cenazeyê wê piştî 18 rojan li peravê Behra Wanê li ber gundê Mele Qasimê hat dîtin.

Rojîn Kabaîş li Wargeha Keçikan a Seyîd Fehîm Arvasî ya Wanê dima. Hê çend roj bû ew çûbû zanîngehê. Piştre agahî windabûnê ji malbatê re hat. Tevî ku 9 meh bi ser windakirina Rojîn Kabaîş re derbas bûne jî hê jî tu gumanên li ser mirina wê ji holê ranebûne.

Neh meh di ser mirina gumanbar a Rojîn Kabaiş re derbas bûn û dayika wê Aygul Kabaiş li ser lêgerîna edaletê di vê pêvajoyê de û rastiya ku mirina gumanbar a Rojîn Kabaiş hîn nehatiye çareserkirin, ji JINNEWS re axivî.  

Aygul Kabaiş diyar kir ku mirina gumanbar a keça wê û komkujiyên jinan bi bêcezatiyê ve girêdayî ne. Dayikê her wiha behsa têkiliya xwe bi keça xwe re kir û ev tişt parve kir: "Min û Rojînê me pir baş li hev dikirin. Wê rojekê jî dilê min neşikand. Heta ku ez sax bim, ew ê ji hişê min dernekeve. Hemû jin pir nêzîkî mirinê ne ji ber ku kujer nayên cezakirin. Ger ew bihatana cezakirin, wê îro tiştekî wisa çênebûya. Wan digirin, hefteyekê di girtîgehê de digirin û dû re wan berdidin. Ji ber vê yekê ev komkujî zêde dibin. Rojîn her tim ji min re digot, 'Dayê, çokên te diêşin, ez ê gorên te têm lingê te.' Wê rojekê jî min aciz nekir. Em dixwazin niha agahiyan bistînin, bizanin ka çi qewimî ye û rihet bibin. Em 24 saetan li ser Rojînê difikirin."

JINNEWS/AMED/GULISTAN GULMUŞ 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.