Çeteyekî xeter hate girtin

Çarşem 12 Hezîran 2024 - 00:12

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi operasyoneke taybet li rojavayê Dêrazorê çeteyekî DAIŞˊê ku destê wî di êrişên bi erebeyên bombebarkirî de hebû, girt. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê girtina çeteyekî DAIŞˊê li rojavayê Dêrazorê de daxuyaniyek da.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:’’10ˊê Hezîranê, Dezgeha Ewlekariya Giştî di operasyoneke ewlehiyê de çeteyekî şaneyên DAIŞˊê li rojavayê Dêrezorê girt. Destê wî çeteyî di gelek êrişên erebeyên bombebarkirî yên li dijî hêzên leşkerî li gundewarê Dêrazorê de hebû. Piştî çavdêrî û şopandina çeteyekî şaneyên DAIŞˊê li gundewarê rojavayê Dêrezorê, ku ew bi heman şaneyê ku bi erebeyên bombebarkirî êrişî bendeke kontrolê yên hêzên leşkerî li bajarokê El Şihêl û nuqteyeke leşkerî li bajarokê Ezba kiribûn hat girtin û ev çek di destê wî de hatin desteserkirin: Sewa’iq (fetîlên bombeyan): 18, Teqemenî: 4, Narincok: 2, Darat: 8, Betarî: 6, Mesbeheya teqemenî: 2, Mermiyên klaşînkovê: 482, Rext: 2

Hêzên me lêpirsînên destpêkê bi girtî re diqedînin û piştre ji bo cezakirina wî ya adil ji edliyeyê re dişînin."

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.