Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 9 kes ji kantona Girê Spî ya dagirkirî revandin û li hemberî berdana wan, fidyeyê ji malbatên wan dixwazin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê pêr ji Girê Spî ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatî dagirkirin, çeteyên qaşo bi navê Têkoşîna li dijî terorê yên dewleta Tirk a dagirker bi ser taxa Til Ebyed Rojhilat de girtin û 9 kes revandin. Serçeteyê bi navê Ebû Rebî El Idlinî ji bo serbest berdana wan ji malbatên wan fidye xwestiye.

NAVENDA NÛÇEYAN