YAŞAR AKSU
DUSSELDORF
Dadgeha Bilind a Herêmî ya Dusseldorfê çeteyên DAÎŞ'ê bi kiryarên li dijî mirovahiyê tewanbar kir û biryara mehkûmkirina sûcdaran, bi dawî kir.
Di dîroka dadgehên Elmanyayê de, cara yekemîn e ku parêzerek ji civaka Êzidî, dadgehkirina li dijî çeteyên DAÎŞ'ê de, serkeftinek dîrokî bi dest xist. Biryara dadgehê dibe ku bibe emsal ji bo hemû dozên li hember DAÎŞ'ê dom dikin.
Parêzerê ji serî heta dawiyê doz şopandî Necdal Disli got; "Li Elmanyayê, doza ku 16ʼê Hezîrana 2021'ê de, Dadgeha Bilind ya Dusseldorfê, bi cezayê mahkûmkirina 3 endamên çeteyên DAİŞ'ê bi mehkûmkirinê encam bû. Doza ku zêdeyî salek û nîvê berdewam kir û ji aliyê heyeta dadgehê ve 93 roja hate nirxandin û bi erênî bi encam bû."
Fermana gelê Êzidî ya 74ʼan, ya bi erîşên çeteyên DAİŞ'ê ku di 3ʼê Tebaxa 2014’an de gelek jinên Êzidî hatibûn revandin. Doza ku li ser vê mijarê li Elmanyayê, li bajarê Dusseldorfê hatî kirin ji aliyê bi dehan parezerên Kurd ve hate şopandin. Parezerê Êzidî Necdal Disli got, "Di vê dozê de jinên Êzidî yê ji aliyê çeteyên Daişê ve hatibûn revandin, 93 rojan ji aliyê heyeta mehkemê ve hatin guhdarkirin û di encama 3 mehan de doz erênî bi dawî bû."
Disli, di dawîyê de jî got, "Divê em gelê Kurd, bûyerên dijmirovahî yên li ser gelê Êzidî yê ku ji aliyê çeteyên DAÎŞʼê ve hatiye kirin, divê li dadgehên Ewrûpa û cîhanê bibîne da ku bêne cezakirin."