Cerdevanan dibin Zapê 

Çarşem 12 Gulan 2021 - 16:04

Êrişa Artêşa Tirk li ser Zap, Metîna û Avaşînê 20 roj in didome. Ji ber ku di şer de gelek eskerên Artêşa Tirk hatin kuştin, niha cerdevanan dişînin devera şer. 

Artêşa Tirk 23'ê Nisanê dest bi êrişê kiribû û niha 20 roj bûn şer didome. Li Qereqola ku navenda şer bi rêve dibe ya Elemunê ya Navçeya Qilebana Şirnexê, şerê dijwar qewimî. Li gorî çavkaniyên heremî piştî ku di şer de gelek esker hatin kuştin, niha cerdevanan dişînin operasyonê. Rayedarên eskerî bang li 50 cerdevanên gundên Bejuh û Mêrgehê kirine û xwestine biçin Qereqola Elemûnê ya Hidûd. Hat diyar kirin ku cerdevan bi maşineyên zirxî şandin herêma operasyonê. Cerdevanên naxwazin biçin operasyonê jî, wan bi zorê dibin operasyonê. 

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.