Cerdevan dest avêt zarokekê

În 7 Çile 2022 - 22:54

  • Li navçeya Wanê Payîzavayê, cerdevanê bi navê Faîk Dûral destdirêjî zarokeke 16 salî kir. Hat zanîn ku ev cerdevan hatiye girtin. 

Li navçeya Wanê Payîzavayê, cerdevanê bi navê Faîk Dûral destdirêjî zarokeke 16 salî kir. Hat zanîn ku ev cerdevan hatiye girtin. 

Li gundê Repetik ê ser bi Payîzavayê, cerdevan Faîk Dûral di 23’ê Kanûna 2021’ê de li Dibistana Şevîn a Herêma Xoşabê destdirêjî zarokeke 16 salî kiribû.

Malbata zarokê gilî kir û Faîk Dûral bi sûcdariya “êrişa cinsî” hat binçavkirin. Dûral, derxistin pêşberî dadger û dadgehê ji ber sûcê “îstîsmara cinsî ya li dijî zarokê” biryara girtina wî da. 

Piştî girtina Dûral xizmên wî niha zextan li malbat û zarokê dikin da ku dest ji giliyê xwe berdin. Hat zanîn ku malbatê dest ji giliyê xwe berdaye. 

Cerdevanên dewleta Tirk gelek caran bi hêza ku ji dewleta Tirk digirin bi wêrekî sûcên wisa dikin. 

WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.