Cerda dijmin şikestiye

Pêncşem 5 Gulan 2022 - 22:36

  • Cerdevanên ku di êrişên li dijî Metînayê de hatine bikaranîn, dibêjin, di êrişê de ti gav bi pêş ve neavêtine û psîkolojiya wan û leşkerên Tirk gelekî xera bûye. 

Cerdevanên ku di êrişên li dijî Metînayê de hatine bikaranîn, dibêjin, di êrişê de ti gav bi pêş ve neavêtine û psîkolojiya wan û leşkerên Tirk gelekî xera bûye. 

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) cerdevanên li ser zexta Tahir Adiyaman tevî êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê hatine kirin, qala şer û berxwedana gerîla kirine. Cerdevanan daye zanîn ku li herêmên şerî, dewleta Tirk, hêzên taybet ên PDK´ê û cerdevan, piştî ku gerîla li wan dixin, her carê vedikişin. 

Cerdevanekî din jî dibêje, ew gaveke tenê jî nikarin bi pêş ve biçin.  

Yek ji cerdevanên ji eşîra Jîrkan e. Ew dibêje, artêşê ew şandine herêma Metînayê û rewşa li herêmê wiha vedibêje: “Balafirên şer li ber çavên me 20 caran heman cih bombebaran kir. Her kesî got; ‘kî li wir be niha parçe parçe bûye.’ Piştre jî ji me re gotin ‘xwe bidin pêş.’ Lê belê hêj di ser bombebaranê re nîv saet derbas bûbû, li heman cihî di navbera me û gerîlayan de şer qewimî. Weke ku tiştek nebûbe. Beriya niha jî em cerdevan tev li gelek operasyonan bûn, lê em ti carî rastî taktîkeke wiha ya şer û berxwedaneke wiha ya dijwar nehatibûn.” 
 
Nema wê dîn bibin

Cerdevanî anî ziman ku tevî teknîk, SÎHA’yên çekdarên dewleta Tirk jî, serdestiya şer û herêmê di destê HPG’ê de ye: “Deverê mîna kefa destê xwe nas dikin û çawa bixwazin wisa tevdigerin. Şer gelek dijwar e. Dema em diçin herêmê, neçar dimînin ku mehekê li wir bimînin. Di nava wê mehê de psîkolojiya me xera dibe. Jixwe, mirov nikare behsa halê leşkeran bike. Ji ber ku yek ji wan jî herêmê nas nake û di heyata xwe de yekemîn car e cihekî wiha yê çiyayî dibînin. Lewma teknîka di destê xwe de hemûyî bi kar tînin lê dîsa jî nikarin bi ser kevin. [Gerîla] Li aliyekî bi guleyan me tacîz dikin û li aliyê din jî bombeyan li me dibarînin.” 
 
‘Leşker nikarin şer bikin’

Di dewamê de cerdevanî got, leşker nikarin şerê yekser  bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ku leşker nikarin sîng bi sîng şer bikin, herêmên çiyayî bi saetan ji hêla balafirên şer, SÎHA û helîkopteran ve tên bombebarankirin. Leşker niha li çend girên bombebarankirî bi cih bûne. Lê gerîla her tim li dijî wan giran jî êrişan dikin û kesek nizane bê ka ev êriş ji kîjan aliyî ve tên kirin. Ew der weke dojehê ye. Ez naxwazim êdî bikevim wê dojehê.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.