Ciwanên Kurd li bajarê Holandayê Den Haagê çalakiyek şermezarkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan li dar xist. Li bajarê Kanadayê Torontoyê jî bi heman armancê çalakî pêk hat.

Bi pêşengiya koordînasyonên Tevgerê Ciwanên Kurd li Ewrûpayê TCŞ û TêkoJIN´ê, li gara trenan a Den Haagê çalakî hate lidarxistin û daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin.

Çalakiyê bi sirûda Çerxa Şoreşê dest pê kir û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne" û "Bijî berxwedana gerîla" bi dawî bû.

Aktîvîstan her wiha bang li ciwanên şoreşger ên li Ewrûpayê kir da ku di çarçoveya pêngava "Cenga azadiyê bi ser bixin" de ji bo Abdullah Ocalan dakevin meydanan.

Li Torontoyê, duşemê êvarê, endamên TCŞ'ê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk kom bûn û piştre li navenda bajêr kaxezên bi nivîsa "Azadî ji Rêber Apo re" bi tramwayan ve daliqandin.

DEN HAAG / TORONTO