Li navçeya Sûrê ya Amedê cenazeyê kesekî hate dîtin, ku tê texmînkirin di dema berxwedana xwerêveberiyê ya sala 2015'an de ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye qetilkirin. 
Xebatkarekî şîrketekê yê nexwest navê xwe eşkere bike ji rojnameya Welat re axivî û diyar kir ku li qada navbera Dêra Katolîk û Mescîda Hasirli, di kolandina 5'ê Sibatê de 'cenazeyekî ku li paçekî spî pêçandî' hatiye dîtin.

Xebatkarê şîrketê ragihand, polîsên hatin cihê bûyerê ew ji herêmê derxistin, qad dorpêç kirine û bang li tîmên Saziya Tipa Edlî kirine û piştî du saetan jî cenaze ji aliyê polîsan ve hatiye birin.

Tê texmînkirin ku cenaze yê kesekî di dema berxwedana xwerêveberiyê de ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye qetilkirin e. Berxwedana Sûrê 106 rojan dewam kiribû.

Karê ji bo tespîtkirina nasnameya kesê cenazeyê wî hate dîtin hîn nehatiye kirin. Lê belê tê texmînkirin ku cenaze yê Hakan Arslan ê ku 22'ê Çileya 2016'an jiyana xwe ji dest da, li Mizgefta Hasirli hatiye veşartin e. Malbat pênc sal in li cenazeyê kurê xwe digere.

MA/AMED