- Dewleta Tirk li Sûra wêrankirî li şûna xaniyan hepsên komî avakirin. Hem ruhê xaniyên berê û avahiya civakî ya Sûrê tine kir û hem jî xelkê Sûrê di bin deynan de hişt.
Dîmenên ji navçeya dîrokî ya Sûra Amedê nîşan didin ku dewleta Tirk li nava Sûrê piştî xerakirinê, ne xanî lê heps çêkirine. Dewleta Tirk 15’ê Nîsana îsal qedexeya çûna nav van taxan qismî rakiribû. Lê dîsa jî li vê taxê ku xaniyên wekî hepsan li wan hatine avakirin, 6 sal in qedexe dewam dike.
Li Amedê di navbera salên 2015-2016’an de şer di navbera YPS (Yekîneyên Parastina Sîvîl) û dewleta Tirk de li Sûrê qewimî. Ji ber vî şerî li Sûrê dewleta Tirk gelek caran qedexeyên derketina derve ragihandin. Di pêvajoya van qedexeyan de dewleta Tirk hin taxên vê navçeya dîrokî xera kirin. Tevî ku navçeya Sûrê ya Amedê di Lîsteya Mîrateya Çandê ya Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de cih digirt, UNESCO´yê û dewletên Ewrûpayê jî xwe xerakirinê kerr û kor kirin. Lijneya Wezîran 21’ê Adara 2016’an ji 7 hezar û 714 erseyan ji bo 6 hezar û 292 erseyan biryareke bi navê “cemawerkirina lezgîn” derxist û dewletê dest danî ser wan. Piştî vê biryarê, 6 taxên navçeyê bi tevahî hatin hilweşandin. Dêr, mizgef, koşk, hemam û bi dehan avahiyên dîrokî jî bi erdê re kirin yek. Tevî ku qedexe beriya çend mehan bi tevahî rabûn jî hê ketina hin cihên navçeyê qedexe ye.
Ma wê ji zihniyeta faşîst çi derkeve!
Ajansa Mezopotamyayê wêneyên li navçeya dîrokî ya Sûrê ji hewayê ve girtin. Ji wêneyan xuya dike ku mîmarî û şêwaza xaniyan bi temamî wekî hepsan e. Hevserokê Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê Ferîd Kahraman, diyar kir ku avahiyên hatine çêkirin, qopiyên hev in û ev jî nîşaneya zihniyeta yekperestiyê ye.
3 hezar û 569 avahî hatine hilweşandin
Li gorî raporên ku ji aliyê Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran (TMMOB) ve hatine amadekirin; 334 ji wan tomarkirî bi giştî 3 hezar û 569 avahî hatine hilweşandin. Li şûna van avahiyên ku hatine hilweşandinbi kevirên bazalt ên bi makîneyan hatine birîn, otelên bûtîk hatine lêkirin. Avahiyên ku bi yekreng û tîpê ne, li gorî avahiyên bajar hatine çêkirin hê jî lêkirinên wan didomin.
Di ser de deyndar derxistin!
Ji bo malbatên ku dema qedexeyan ji neçarî ji navçeyê koç kirin jî peşniyaz kirin ku ya erseyên xwe bifiroşin yan jî li malên TOKÎ’yê bi deyn ji xwe re malan bikirin. Piraniya malbatan peşniyaza firotina erseyên xwe qebûl nekir û wan xwest li şûna wê ji wan re mal bên çêkirin. Lê ji bo her metreyeke bi çarçik a van malan 2 hezar TL hat xwestin. Malbatên ku nikaribûn vî pereyî bidin, ji neçarî li TOKÎ’yên Ûçkûyûkar û Çolguezeliyê ji xwe re malan bikirin. Ji bo van malan, malbat ketin bin deynên bi deh hezaran lîreyî.
Nav xanî ye lê mîmarî heps e
Di wêneyên Ajansa Mezopotamyayê de tê dîtin ku hê jî hilweşandina avahiyên li navçeyê didome. Dîsa rengê lêkirina avahiyên bi yek rengî û tîpî jî bala mirov dikişîne. Avahiyên ku nêzî Sûran hatine lêkirin, dişibin girtîgehê û deriyên wan li yek hewşê vedibin û derdora wan bi tevahî girtî ye.
Hevserokê Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê Ferîd Kahraman ku ji destpêkê ve pêvajoya li Sûrê dişopîne, li ser hilweşandina li navçeyê, rewşa dawîn û avahiyên yek tîp ji nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Gokhan Altay re peyivî. Kahraman, da zanîn ku li gorî lêkolînên wan li 46 donimî hilweşandin pêk hatiye û got, “Bi vê hilweşandinê re li 89 avahiyên tomarkirî xesar bûye. Li devereke niha ketina wê qedexe ye, sererastkirina 49 avajiyên tomarkirî didome. Xebata van avahiyan beriya bi salekê dest pê kiribû.”
Kahraman, destnîşan kir ku avahiyên tên lêkirin, ne li gorî avahîsazîbûna sivîl in, ne jî li gorî avahîsazîbûna berê ne: “Gelek avahiyên ku hatine lêkirin dişibin girtîgehan. Hewşek heye û mal li dora vê hewşê hatine rêzkirin. Paceyên van hemû avahiyan li hewşê dinihêrin. Bi vî awayî mahremiyet jî ji holê hatiye rakirin.
Ji Enqerê plan kirin
Hemû plansazî, proje û pêvajo li Enqerê bi awayekî navendî hatin birêvebirin. Pirraniya kesên ku proje xêz kirine, ne ji Amedê ne, ne jî avahiyên Amedê nedîtine. Kevirên hatine bikaranîn ne kevirên xwezayî ne. Em nikarin qala lêkirina malekê ya bi kevirên kevneşop bikin. Ruhekî avahiyan tune ye. Bi mejîyê ‘Em îhale bikin û pere qezenç bikin’ hatine çêkirin. Avahiyên hatine çêkirin qopiyên hev in û ev jî nîşaneya zihniyeta tekperestiyê ye. Em dikarin çavdêriya rewşa niha bikin. Lê ne diyar e ka kengî pêvajoya xebatên lêkirinê bi dawî bibin. Li ser vê ti daxuyanî jî nayê dayîn. Heke wiha bidome, ev xebat bi salan wê bidomin.”
NAVENDA NÛÇEYAN