- Eskerên dewleta Tirk ji mêj e ku êşkenceyê li cenazeyan dikin. Cenazeyên 4 gerîlayên li Bestayê 11’ê Adarê şehîdbûyî jî hatine şewitandin û malbatan nekarî wan teşxîs bikin. Bi ser de jî polêsan malbat kirin ber lêpirsînê.
Ji adetên eskerên dewleta Tirk e ku êşkenceyê li cenazeyên gerîlayên Kurdistanê bike. Derket holê artêşa Tirk cenazeyên 4 gerîlayên HPG’ê yên li Bestayê 11’e Adarê şehîd bûn jî şewitandine. Malbatên ji bo teşxîskirinê çûn Şirnexê nekarin zarokên xwe teşxîs bikin. Bi ser vê rewşê de polêsên dewleta Tirk a dagirker malbat kirin ber lêpirsînê jî.
Li herêma Bestayê cenazeyên 4 endamên HPG’ê ku di şer de jiyana xwe ji dest dabûn, ji ber ku hatine şewitandin, malbatên wan nekarîn teşxîskirin.
Cenazeyê 4 gerîlayên HPG’ê yên ku di 11 Adara bihurî de li herêma Bestayê ya di navbera Sêrtê û Şirnexê di şerê li dijî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên rawestandin. Malbatên ku ji bo teşxîskirina cenazeyên zarokên xwe çûn Şirnexê, polisan îfadeyên wan girtin û ji wan pirsî: “Kî gazî we kir? Hûn ji ku dizanin cenazeyên we li vir in?”.
Piştî vê lêpirsîna polêsên dewleta dagirker, êşekenceya li malbatan zêdetir bû, lewma derkete holê ku cenazeyên zarokên wan bi temamî hatine şewitandin.
Êşkenceyê li malbatan dikin
Malbatan li morgê li cenazeyan nihêrî, wan da zanîn ku her çar cenaze jî hatine şewitandin û welê kirine ku cenaze êd neyên teşxîskirin. Hat ragihandin ku dozgerê Şirnexê ji malbatên ku nekarîne cenazeyên zarokên xwe ji ber şewitandina wan teşxîs bikin, gotiye, “Ji bo ku hûn cezayên zarokên xwe bigirin, miracaetî rayedarên bajarên xwe bidin.”
Bi vî awayî hem beriya teşxîskirinê, hem di dema teşxîskirinê de û hem jî piştre, rayedarên dewleta Tirk a dagirker êşkenceyê li malbatan dikin.
ŞIRNEX