• Li Dêrsimê, çawîşekî pispor ê dewleta Tirk a dagirker, jinek tacîz kir, piştî ku xelkê nerazîbûn nîşan da jî, wî gule li kesên derdorê reşandin.

Li Dêrsimê, çawîşekî pispor ê dewleta Tirk a dagirker, jinek tacîz kir, piştî ku xelkê nerazîbûn nîşan da jî, wî gule li kesên derdorê reşandin.

Li navenda Dêrsimê pêr êvarê çawîşekî pispor ê di wesayîtê de, bi gotinan jineke li ser rê tacîz kir. Piştî ku jinê got, ez têm tacîzkirin, kesên li derdorê nerazîbûn nîşanî kesên di wesayitê de da. Li ser nerazîbûna xelkê li derdorê, çawîşê pispor ê dagirkeriyê ji wesayitê daket derdor gulebaran kir. Hat diyarkirin ku çawîşê pispor piştî nerazîbûnê ji cihê bûyerê reviyaye û kesekî din ê pê re jî birîndar bûye û bi ambulansê kesê birîndar birine nexweşxaneyê.

Hat îdîakirin ku polês leşkerê tacîzker û du kesên pê re kiriye nezaretê. Dewleta Tirk di rewşên welê de bi pirranî ji bo ku leşkerên dagirkeriya xwe biparêze, pêşî wan dixe nezaretê û paşê yan xelat dike, yan jî berdide.  

DÊRSIM