Çarşema Sor bila bibe sedema tifaqê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 20 Nîsan 2023 - 19:30

ARAT ARARAT / HERFORD

Li bajarê Elmanyayê Herfordê, civaka Êzîdî cejna Çarşema Sor (Çarsema Serê Nîsanê) pîroz kir. Ev roj, weke roja afirandina dinyayê di baweriya Êzîdî de tê qebûl kirin. Di heman demê de li gorî baweriyê her sal Çarşema Sor çarenûsa salê ji bo zindiyan diyar dibe. Di cejnê de dua hatin kirin û qewl jî hatin gotin.

Rêûresmên Çarşema Sor hemû jî pêk hatin, hêk hatin sorkirin, kulîçe û şîranî hatin çêkirin, ji beriya rojekê ve jî find hatin pêxistin û niyaz hatin kirin. Bi dua û qewlan jî civaka Êzîdî ya Herfordê qencî ji mirovahiyê re xwest.

Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ) û Kürdisches Bündnis (Tifaqa Kurds) a di Meclîsa Biyaniyan de bi hev re şahiya Çarşema serê Nîsanê li dar xist. Piştî silavkirina SMJÊ û Kürdisches Bündnisê, Şêx Ûsiv qewl gotin.

Hozan Brahîm Ferec paşê stran gotin û pîrozbahî veguherî şahiyê.

Pîr Ehmed cil û bergên nîşana baweriya Êzîdiyan li xwe kirine. Ew beriya bi 4 salan çûye Elmanyayê. Ew ji me re dibêje, “Çarşema Sor ji bo me gelekî pîroz e, serê salê ye. Ez îro dua dikim da ku civaka Êzîdî ji koletiyê xilas bibe. Gelek ferman hatin serê me. Bila ev cejn bibe sersebebê tifaq û yekîtiya me.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.