Çarşema Serê Nîsanê pîroz be!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 18 Nîsan 2023 - 16:27

Koordînasyona Civaka Êzîdî ya Ewrûpayê bi wesîleya cejna Çarşema Serê Nîsanê daxuyanî da û got, “Heger em li nirxên xwe xwedî dernekevin, kes nayê parastina me nake, rêveberiyê ji me re nake û azadiya me bi hêsanî diyarî me nake.”

Koordînasyonê got, “Pîrozbahiya Çarşema Serê Nîsanê ku li gor baweriya me weke roja afirandina cîhanê û jiyanê tê zanîn, îsal dîsa di bin şert û mercên aloz û girîng de derbas dibe” û wiha dewam kir: “Êrişên dijminê mirovahiyê û yên li dijî Şengalê îsal jî bi şehadeta pêşengê civaka me Pîr Çeko, Şerzad Şemo û Agir Cefrû pêk hat. Bi taybet rewşa Efrînê ya trajîk li ber çavan e.

Heger em li nirxên xwe xwedî dernekevin, kes nayê parastina me nake, rêveberiyê ji me re nake û azadiya me bi hêsanî diyarî me nake. Em neçar in tifaqa xwe çêkin, di her milî de hêza xwe xurtir bikin û çarenûsa xwe bi destê xwe binivîsin.

Li ser vî esasî, herî dawî Kongreya 5’an a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, di 15’ê Nîsana 2023’an de, bi dirûşmeya ‘Bi Xemla Nîsanê Em ê Şengalê Ava Bikin, Xweseriya Xwe Misoger Bikin’ bi awayekî serketî hat lidarxistin.

Em bi vê wesîleyê bang li civaka xwe dikin da ku bi vê erka xwe ya dîrokî rabin. Dubare em cejna Çarşema serê salê li miletê xwe pîroz dikin em hêvidar in ku bibe wesîleya aştî û aramiyê.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.