‘Çand û stran çekên me ne’

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 13 Hezîran 2022 - 21:03

  • Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide gelan tine û qir bike, lê dîsa jî vîna van gelan û hevgirêdana wan bi çandê ve rê li pêşiya qirkirinê digire.

Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide gelan tine û qir bike, lê dîsa jî vîna van gelan û hevgirêdana wan bi çandê ve rê li pêşiya qirkirinê digire.

Hunermendên Kurd ên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê li eniyên şer ên bi dewleta Tirk re, bi stranên xwe bersiva êrişan didin, mîras û çanda herêmê diparêzin û piştrast dikin ku ew ê li herêmê bimînin û koçber nebin.

Endamên Navenda Çand û Huner a navçeya Til Temirê, tevî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker jî kar û xebata xwe dewam dikin. Li ser vê, beriya çend rojan bi navê "Şehîdên Til Temirê” albûmeke nû derxistin. Di vê albûmê de behsa berdêlên şehîdên navçeyê di oxira parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji êrişan de dane, hatiye kirin.

Endamê rêveber ê Navenda Çand û Huner a navçeya Til Temirê Emar Ehmed têkildarî mijarê got, "Ruxmî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ji 2019`an ve, kar û xebata navendê û hunermendên navçeyê dewam dike. Me li Navenda Çand û Huner a Til Temirê albûmeke nû ku ji du stranan pêk tê, derxist. Yek behsa berxwedana şehîd Sosin Bîrhat û Rênas Roj û hevalên wan dike û ya din jî îşaretê bi berxwedana her sê xwişkên şehîd ên ji navçeyê dike"

‘Em li ser xaka xwe ne’

Endamê Navenda Çand û Huner a Navçeyê Amir Elî got, "Me xwest bi rêbaza xwe li hember van gef û êrişên dewleta Tirk bisekinin, lewma derxistina albûma nû ji bo me tê maneya bersivdayînê. Bersiva me ku behsa berxwedana şehidên herêmê li hember wan êrişan dike, ji êrişên wan bi hêztir e. Lê bi dewamkirina kar û xebata xwe û bibîranîna şehîd û stranên xwe, em îsbat dikin ku em li vir in û li ser xaka xwe ne, çeka me berxwedan, çand û stranên me ye."

Elî di dawiyê de da zanîn ku hunermendên navendê amadekariya straneke nû dikin.

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.