Bi banga TJK-E û KCDK-E'yê, Kurd wê tevî dostên xwe li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ji 12'ê Gulanê û pê ve çalakiya rûniştinê li dar bixin û tecrîd, dagirkerî, biryara DYE'yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên tevgera azadiyê, şermezar bikin.
Çalakî wê li qada hevpar a saziyên Ewropayê (Konseya Ewropayê, Parlamenta Ewropayê, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û CPT lê ne) pêk were ku niha Nobeda Azadiyê lê tê lidarxistin. Çalakî wê bi meşeke girseyî 12'ê Gulanê bi pêşengiya TJK-E'yê dest pê bike.
Piştre jî saet di 13:00 de bi daxuyaniyeke çapemeniyê çalakiya rûniştinê dest pê bike. Di roja destpêkê ya çalakiya rûniştinê de bi pêşengiya TJK-E'yê ji ber Konseya Ewropayê wê meşek dest pê bike û li ber Konsolosxaneya DYE'yê bi daxuyaniyekê bi dawî bibe. Di vê çalakiyê de wê biryara Wezareta Karên Derve ya DYE'yê ya li dijî ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê li hemberî sê şoreşgerên Kurd hatiye dayin bê şermezarkirin. Piştre jî wê ji saziyên Kurd û dostên wan ên li Ewropayê komên ji 30 kesî her hefteyê çalakiya rûniştinê bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN