Li paytexta Elmanyayê Berlînê, li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê ya ciwanan didome.
Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û TÊKO-JIN'ê li paytexta Elmanyayê Berlînê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan 3 hefte ne çalakiyê li dar dixin. Çalakî li Nettelbeckplatzê pêk tê û endamên NAV-Berlîn, Meclîsa Jinê ya DestDan û endamên PYD'ê jî tevlî bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, pirtûkên Elmanî yên li ser paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan hatin nîşandan û li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok hatin belavkirin.
Hevserokê NAV-Berlînê Huseyîn Yilmaz li qada çalakiyê axivî û greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê silav kir.
Hefteya çaran a çalakiyê wê ji aliyê ciwanên enternasyonalîst ve bê meşandin.
BERLÎN