Nasname û çanda Kurdan a dewlemend wê hefteyekê paytexta Belçîkayê Brukselê şa bike. Organîzatorên Hefteya Çandî ya Kurdistanê ya 7´an bang li xelkê kirin da ku ji vê ziyafeta çanda Kurdan a ji 24 ta 27´ê Tebaxê nemînin. Organîzator dibêjin, “werin em vê mihrîcanê bikin cejnek ji bo civaka organîzator û ji bo beşdarên din hemûyan!”
Îsal hefetya çandê wê dîsa bi meş û defîleya folklora Kurdan dest pê bike. Yanî cilûberg, muzîk û govenda Kurdan wê bi vê defîleyê bên nîşandan. Paşê jî wê her roj li meydana Place d’Espagne çalakiyên çandî û hunerî hebin: konser, nîşandana filmên sînemayê û lîstikên şanoyê, û her wiha wê çalakiyên ji bo zarokan jî hebin. Ji bilî wê, her roj wê derfet hebe ku beşdar xwarinên xweş ên Kurdan tam bikin.
BRUKSEL