Biryarnameya xapandinê ye

Yekşem 18 Çile 2026 - 14:00

  • Serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Ahmed Şara biryarnameyek xapandinê weşand. Ev biryarname tam dema ku êriş li ser Kurdan pêk dihatin, hat parvekirin. Ev xapandin êriş bi xwe re anî.

Li dijî Rojavayê Kurdistanê ango Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên çeteyên HTŞ û Tirkiyeyê bi dijwarî dewam dikin. Di demek wiha ku êriş zêde bûne, biryarnameyek xapînok jî hat belavkirin. Ji aliyekî ve êriş dikin ji aliyê din ve wekî ku mafê Kurdan diparêzin nîşan didin.

Lê jixwe di biryarnameyê de jî tiştekî ku mafê Kurdan nas kiribin tuneye. Yanî ne destûreke siyasî û nasnameyî ye. Tenê qala mafê çandî dike û ew jî li ser esasê biryarnameyê ye. Mafê zimanê Kurdî jî wekî dersên bijartî destnîşan kirine.

Serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Ahmed El Şara di 16'ê Çileya 2026'an de biryarnameyek weşand. Ev biryarname tam dema ku êriş li ser Kurdan pêk dihatin de hat parvekirin. Balkêş e ku beriya êrişên li ser Helebê û di çarçoveya Peymana 10'ê Adara 2025'an de ji bo mafê Kurdan ên xweseriyê nîqaş hatibûn kirin.

Her wiha di 4'ê Çileyê de heyetek ji fermandarên HSD'ê çûbûn Şamê û hevdîtina li ser mijarê kiribûn. Lê piştî wê hevdîtinê yekser êriş li ser Helebê çêbûn. Yên ku êrişî Helebê, Dêr Hafir û Meskenê kirin jî heman çeteyên hikûmeta demkî ya Şamê bûn.

Piştî wan êrişan jî derxistina biryarnameyekê ya ji bo Kurdan, guman bi xelkê re çêkir. Xwestin bi vê biryarnameyê re wekî ku qenciyekê bi Kurdan dikin belav kirin. Lê di esasê xwe de jixwe Kurd li ser erdê Sûriyeyê xwedî pergalekê û rêveberiyekê ne. Û meseleya mafê Kurdan jî bi biryarnamyekê çareser nabe. Destûreke bingehîn ku tevahiya mafê welatiyên Sûriyeyê nas bike dikare çareseriyê bîne. Lê biryarnameya Ahmed El Şera demkî ye û dibe ku îro hebe û sibehê tunebe. Biryarnameya Şara ji 8 xalan pêk tê û her xala wê jî bi nakok e. Xalên biryarnameyê jî li ser mafê çandî hatine rêzkirin. Yanî mafekî siyasî û nasnameyî pêk nayne û dîsa pergala navendî diparêze.

Zimanê Kurd jî wekî dersên bijarte hatiye destnîşankirin. Cejna Newrozê jî wekî bêhnvedaneke fermî ango sembola biharê hatiye diyarkirin. Ji bo ku nasnameya siyasî ya Newrozê dernexin pêş di dema Esad de jî heman tişt hatibû kirin.

Jixwe di dema rejîma Esad de jî heman tiştên wekî biryarnameyê hebûn, lê ew jî devkî bûn. Ahmed Şara jî li ser gotinê soz daye ku dawî li kiryarên dema rejîma berê bîne. Lê heman Şara di pêvajoya salekê de komkujî bi ser gelên Sûriyeyê de anîn. Di dîroka nêz de Elewî, Dûrzî û Kurd bi destê çeteyên wî û dewleta Tirk hatin qetilkirin.

AW/ASLAN ASLAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.