Berdana Ocalan gava destpêkê ye
În 16 Çile 2026 - 15:30

- Ji Zanîngeha Xweser a Barcelonayê Prof. Louis Lemkow got, berdana Rêber Apo ji bo pêvajoya aştiyê ya gengaz a li Tirkiyeyê gava destpêkê ye.
Louis Lemkow Enqere rexne kir ku li gel biryarên 'mafê hêviyê' yên saziyên Ewropayê jî gavê neavêje û anî ziman ku Neteweyên Yekbûyî jî di vê demê de ji berpirsyariyê direve. Louis Lemkow diyar kir ku eger Tirkiye û saziyên navneteweyî bi berpirsyariya siyasî ranebin ne di pirsgirêka Kurd de hem jî di şerê din de yên li Rojhilata Navîn wê pêşketineke rasteqîn nebe.
Louis Lemkow bi bîr xist ku li gel biryarên 'mafê hêviyê' yên ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Konseya Ewropayê têkildarî Rêber Apo daye jî Tirkiye hîn bi şênberî neketiye nava liv û tevgerê, ev yek nayê qebûlkirin û destnîşan kir ku divê Rêber Apo tavilê bê berdan.
Louis Lemkow Enqere rexne kir ku li gel banga aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo û çekdanîna PKK'ê jî gaveke şênber neavêtiye û destnîşan kir ku ji bo pêvajoya aştiyê bi pêş ve biçe divê dewleta Tirk jî gavê biavêje.
Louis Lemkow ragihand ku pêşketinek di navbera Tirk û Kurdan wê ne tenê li welêt her wiha bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn bike û diyar kir ku li herêmeke ku şer diqewime, pêşketinek wê ji bo gelên din jî bibe hêvî û mînak.
Prof. Louis Lemkow got, berdana Rêber Apo ji bo pêvajoya aştiyê ya gengaz a li Tirkiyeyê gava destpêkê ye.
JINNEWS/LONDON/EREM KANSOY







