Dewleta Tirk, Şam dîl girtiye
În 16 Çile 2026 - 16:00

- Endama Konseya Serokatiyê ya KCK'ê Sozdar Avesta anî ziman ku dewleta Tirk, Şam dîl girtiye. Yanê tu gav bêyî Tirkiyê li wir çênabe û bi hev re tê plan kirin.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta di bernameyeke taybet a Stêrk TV de axivî û anî ziman ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nabe ku tenê weke meseleyeke ewlekariyê ya herêmî bê dîtin, êriş yekser li dijî pêvajoya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye. Avesta diyar kir ku her kesên pêvajoyê ji nêz ve dişopînin dibînin ku êrişa navborî êrişek li ser pêvajoyê ye. Hevpeyvîna bi Sozdar Avesta re bi vî rengî ye:
Çavê herkesî lê bû ku li Bakûr û Rojhilatê Sûrî, di navbera hikumeta Sûrî û Rêveberiya Xweser de lihevkirin û peymanên ku hatine kirin êdî reng bigure û hîn bêtir ber bi muzakereye ve biçe û Sûrî bi giştî demokratîk bibe. Lê dijberî wê rewşek derket ew jî êrişên li ser gelên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ye. Bi giştî hûn rewşa niha a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, êrişa li ser gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatiye meşandin çawa şîrove dikin, sedema vê êrişê çi bû?
Destpêkê ez di şexsê rêheval Ziyad Heleb, heval Leyla Qasim, Dilbirîn, Amara, Hawar…di şexşên van berxwedêran de, van lehengan de, tevahî şehîdên gele me, şehîdên li Helebê ez bi rêzdarî, bi hurmet, û bi minet bi bîrtînim. Ji tevahî malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazim. Ji birîndaran re şifa lezgîn dixwazim. Û dîsa serê tevahî gelê Kurdistanê û mirovahiya pêşketî sax be. Bi rastî wekî tê zanîn, yanê bi rojan e em jî di çapemeniyê de dişopînin, êrişên ku li ser taxên Şêx Mexsûd û Eşrefiyê pêşketin, wekî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ku li Şengalê li serê gelê me yê Êzîdxanê de anîn, ew roj anîne bîra me, û heman hest di nava gelê me de, nava mirovahiyê de û di tevahî heremê de hestên wisa bi êş, hêrs û bi kîn da ava kirin. Niha çima hate vê merhelê, sedemê hatina vê merhelê çi bûn?….berî vê, hevdîtin ku dihatine kirin, peymanên ku hatibûn çêkirin, ji bo ku ev rojana, ev pêvajoya neyên pêşxistin bû, lê çi bû ku van bûyeran destpêkir û ev encamên wisa hovane û qirker derxistin holê?
Niha weke tê zanîn sala derbasbûyî heta di 2024’an de, di meha 12’an de, bi amadekirina Colanî ji hêla hêzên koalîsyon û yên ji derve ve, û taybetî dewleta Tirk a ku bi her awayî piştgiriya wî kir û amade kir û bi vî rengî ew li Şamê danîne li ser textê desthilatdariyê. Yanê Colanî di Sûrî de şerekî mezin nekir, û lehengiyek nekir û neçû rejîma Baas hilneweşand. Mirov dikare bibêje ku bermahiyên rejîma Baas bûn, ya Esad bûn û bixwe jî berdewamiya wî ye. Heta binemala wî bixwe jî di hikumeta Esad de cih girtine. Ji ber vê jî, yekî ku ji wir tê ye. Bi gotineke din, di esasê xwe de, ev Baasiyên bi rû û simbêl in. Yanê li ser rû û simbêlên xwe hinek qravêt jî dane girêdan, bi vî rengî jî xwe weke kesên bir modern dane diyar kirin. Ev hemû bi plan çêbûn, bi bername çêbûn, bi peyman çêbûn. Ji bo ku ev anîn danîne ser wî textî wekî ku em dizanin, erka yekemîn ku dane pêşiyê jî û tim jî ew di vî warî de amade kirin li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, ew destkeftiyên tevahî Bakûr û Rojhilatê Surî de jiyan dikin û ji bo wan a têk bibe ev erka danê. Ji ber vê jî, ji bo pêşî li van bê girtin. Bi taybetî jî di vî warî de, pêşniyar û piştgiriyên Rêber Apo xwest ku pêşî li van qirkirinan bê girtin û di navbera gelan de qirkirin çênebe û êşên mezintir neyên jiyan kirin, her tim hewlên Rêber Apo çêbûn. Berî vê 2025’an di Adarê de, di navbera fermandarê QSD’ê û Colanî de hevpeymaneke hatibû îmze kirin. Roja piştî vê peymanê, gotin di cih de be ku hin ew murekeba ku pê hatî îmzekirin ziwa nebûyî, dewleta Tirk destwerdanek li Şamê kir. Wezîrê xwe yê parastinê, wezîrê xwe yê derve û mişteşarê xwe yê ewlekariyê yê MÎT’ê şand wê derê û jê re dane diyar kirin ku ev mutebeqat çawa bê meşandin. Niha di tevahî raya giştî de tê hewldan têgihiştînekî ava bikin ku wekî QSD’ê, Rêveberiya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê a Xweser mutebeqata 10’ê Adarê nepejirandiye an jî xira kiriye. Ev dereweke mezin e. Mutebaqata 10’ê Adarê ji 8 xalan pêk tê. Dewleta Tirk 7 xal danîne aliyekî, 7 xalan ji nedîtî ve hatin, tenê bi yek xalê ve girt û da pêşiya Colanî. Ev xal jî çi ye? Hêzên çekdar yên parastina cewherî ê ku ew xaka ku niha tê de jiyan dikin, tevahî Sûrî ji bo tevahî rûmeta Surî ji bo tevahî rûmeta gelan, ji bo tevahî mirovahiyê li dijî çetên DAÎŞ’ê şer kirin û ew xak rizgar kirin ji bo hêza xwe ya parastinê ava kirin. Hêza parastinê hêza parastina gelê Kurd e, Ereb e, Elewî ye, Asûr e, Êzidî ye, Tirkmen e, Durziyan e, û ya tevahî gelan e. Heke vê hêzê ev têkoşîna bêhempa li dijî DAÎŞ’ê nekirba, niha ne tene Sûrî, Iraq û Rojhilata Navîn û heta tevahî Ewropa jî silta DAÎŞ’ê dê li ser serwer bûya. Ji bo ku ev yek çêkir, wan di bin navê mutebaqata 10’ê Adarê pêk nayê, gotin hewce ye ew hêz êdî xwe bê çek bike, radest bibe, desthilar, dewlet heye divê tevahî hêz û çekên xwe radestî dewletê bikin. Niha mutebaqatek heye divê gavan ber bi hev ve biavêjin, divê ew jî din ava destura bingehîn ya Sûrî de mafê gelan nas bikin, mafê gele Kurd nas bikin zimanê wê nas bikin, çanda wê nas bikin, rêveberiyê wê yê heremî nas bikin. Û ji bo vê divê dan û standin çêbibin komîte ava bibin. Ev jî çêbûn, çend hevdîtin jî çêkirin. Lê ya ku li pêşiya vê bu asteng tevahî cîhanê dît û ne tene ku ev yek îdîayê me ye. Ev pêş çavê herkesi qewimî. Dewleta Tirk û hikumeta niha AKPê û MHPê nehîşt pêk were. Her carê ku gaveke erênî ber bi hev de avêtin roja dine destwerdan, yan berî hevdîtinê yan jî piştî hevdîtinê Bakûr û Rojilatê Sûrî weke teror dane nîşandan. Û gotin hewce ye tiştên em dibêjin hûn weke wê bikin. Ji bo vê ev mutebaqata têk çû û berî wê çend rojan li Şamê hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de fermandarên QSD’ê, rayedarên Bakûr û Rojhilatên Sûrî, çapemeniya biyanî, weke el-monîtor û wan tevan dane diyar kirin ku destwerdanek li van hevdîtinan hatiye kirin. Dema ku dixwazin ev hevdîtina ji bo erênî bikin, ji bo ku êdî îmze bikin û daxuyaniyeke dine bidin raya giştî ku êdî ev pirsgirêk çareser dibe, di nîvê civînê de midaxaleyî civînê dikin û civîne bi dawî dikin, û dibêjin bila niha bimîne em ê daxuyaniyekî bidin û êrişên xwe dixin meriyete. Tê zanîn, ev êrişana berî hîngê hatine plan kirin û dema wê jî wisa hatiye çêkirin û ev bi piştgiriya dewleta Tirk û yên ku dewleta Tirk hevalbendê wî ye, yên ku piştgiriya Colanî dikin, ev êriş tevahî bi fermana wan hatiye pêk anîn. Û em baş jî dizanin ku yê serkêşiya vê jî kir, serokwezîrê karên derve yên dewleta Tirk e. Di zimanê wî de diyar e, bi wî zimanê gefê li gelê Kurd dixwe. Çi dibêje? Rojekî berî wê li Parîsê di navbera Îsraîl û Sûrî de peymanek tê çêkirin, wê îstixbarata xwe bi hev re parve bikin, wê tevahî başûrê Sûrî wê tê de bimîne, wî bi hevdû re kar bikin, û dewleta Tirk wê bi hemû awayî piştgiriya Îsraîlê bike û tevî ku ewqasî li Xezayê komkujiyên mezin çêkirine dewleta Tirk yek rojê jî danûstandina xwe pê re qut nekiriye. Hem wê bixwe bike hem jî bi zimanekî xapînok û helwesteke dirû dê bêje Kurd, QSD bi Îsraîlê re tevdigere. Çima tu herkesi re tevdigerî lê bila kesekî bi Kurd re têkilî daneyne û di tevahî cîhanê de hewl dide bi van gotinan Kurdan reş bike. Bi vî rengî jî şerê taybet tê meşandin. Dixaze tirşe, xofê bide ava kirin. Yanê bê exlaqî derdikeve li ber qamereyan û dibêje em wan baş dikin ew ji zorê fêm dikin. Em jî baş wan nas dikin. Gele Kurd jî helbet dost û dijminê xwe baş nas dike. Ji bo wê jî bi kî re dê çawa tevbigere jî baş dizane. Em jî wê hişmendiyê baş nas dikin, wê hişmendiya qirker em sedsal berî niha baş nas dikin. Em komkujiyên tevahî di Kurdistanê de hatine kirin nas dikin. Em ji Şêx Seîd, ji Seyîd Riza nas dikin, em ji geliyê Zîlan nas dikin, em ji Helebçe, Roboskî, Şengalê nas dikin. Em li beravên Sûrî bi komkujiya Durziyan nas dikin, em ji komkujiya Elewiyan nas dikin. Em jî wan nas dikin. Kî pêşengtiya vê dike kê vê yeke dimeşîne em jî wan baş nas dikin. Em vê hişmendiyê baş nas dikin, ev hişmendî, li dijî tevahî gelên azadîxwaz e. Yê ku îro pêşengtiyê ji gele azadîxwaz re dike Bakûr û Rojhilatê Sûrî ye. Berdêlên mezin dane, ji destpêka şoreşê heta niha zêdeyî 12 hezar şehîd dane. Her roj ji cîh û warên xwe têne koçber kirin. Tu yê wisa li vî gelî binêrî û bêjî ew dewlet e û ev jî teror e. Yanê ewqasî bêxlaqî û durûtî heye. Ew bi her awayî destek kirin. Bang dike dibêje bila Surî midaxale bike em ê bi her awayî piştgiriyê bidinê. Vê carê jî hincetên wisa ava dike, heman tişt bi DAÎŞ’ê re kir. Piştgirî da her êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî. Ev yek bi belgan jî derketin holê. Niha dixwazin li ser vê jî bigirin, bi hinceta ku mutebaqat pêk neanîne. Heke ewqasî bandora wî li ser Şamê heye bila navbeynkarî di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de bikira. Tiştên li wan dihate xwestin ev bûn. Lê xwe da aliyekî û dibêje bila yê din jî hewce ye were teslîm bibe. Pir leyîstikeke xeter heye. Me weke tevger daxuyaniyek da û bal kişand ser vê yekê. Û dibêjin ev yek tenê bi Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re jî nemine û gefa dixwin û dixwazin herkesi jî bi vê yekê agahdar bikin.
Di heman demê pêşiya vê yekê vedikin ku hê bêtir van êrişên xwe berdewam bikin û niha Tişrîn jî dirojevê de ye. Bêguman bixwe gotin; dibêjin hewce ye hûn bi tevahî xwe radest bikin. Divê tu tiştekî Kurdan nemîne, ev berdêlên mezin û ev destkeftiyên ku te ji desten guran girtiye, çeten DAÎŞ’ê te girtiye divê radestî çakalan bikî. Lê ev gel jî vê yekê dizane van destkeftiyên xwe radest nake.
Belê we jî qala sedemên vê êrişê kir, lê ji ber ku pir di rojevê de ye, bi taybet em bi gelemperî li êrişê dinhêrin ne tiştekî ku yekser hatiye kirin e, ji bo vê plan hatine çêkirin, li gorî wê zimanê ragihandina Ereb, Tirk û bicihkirina ewqas çek bi hezaran leşkeran, yanê çeteyên dewleta Tirkiyê û hikumeta Şamê, mirov dibîne ku planek e. Û pirsa min jî ev e: destên ji derve û ya dewleta Tirk di çêkirina vê planê de çi ye?
Dewleta Tirk ji ber ku pêşkêşiya vê dike li ser hêzên din jî bandora xwe dike. Dewleta Tirk, Şam dîl girtiye. Yanê tu gav bêyî Tirkiyê li wir çênabe û bi hev re tê plan kirin. Berî wê Colanî çû serdaneke Emerika kir, peymana xwe li wir çi çêkirin li wê derê Hakan Fîdan derket û berî niha jî me got bi heman awayî li Parîsê jî dîsa Tirk derketin. Yanê pozisyona xwe a jeopolitik a stratejîk bikartînin. Di heremê de bi vê polîtikayê li dijî aşitiyê, li dijî jiyana hevpar tevdigere û rola xwe a li gorî berjewendiyên hereme naleyîze. Berovajiyê vê tenê roleke nijadperest a dewletperest ji bo xwe dilîze. Ji bo vê jî ev plana ku çêkirin wê demên pêş de zêdetir derkevin holê. Di sedsala 21. de, di Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê de nexşe ji nû de têne xêz kirin û berjewendî careke dinê têne par kirin. Di sedsala peymana Lozanê de, Kurd careke din li derveyî berjewendiyên Kurdan hatin hîştin. Di şerê rizgarkirina Tirkiyeyê de wê demê yên herî di eniyên pêş de şer kirin Kurd bûn. Lê dema çûn Lozanê gotin em xwişk û birane em yek in, û gotin nûnerê Kurdan jî hatine, lê çi kirin li wê derê? Li Lozanê peymanek çêkirin û vegeriyan peymana qirkirina Kurdan dan. Bi gotin xwîşk û biratî ye lê kiryar cuda ye. Bahçelî dibêje Kurd û Tirk xwişk û bira ne, û xwîna Kurdan nehatiye rijandin. Bê fedî ne, herkes bê fedî ye di vê pêvajoyê de. Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çi hate jiyan kirin? Pitika 8 mehî ji ber gaza kîmyewî bê nefes ma û fetisî, kal û pîr û bi dehan mirov hatin kuştin û mirov di qatan de hatin avêtin, em ê li ser vê cuda bisekinin. Bila birayek her cure bê exlaqiyê bike û yê din jî stûyê xwe bitewîne û bêje ka min bide ber kêrê. Dibê bibin berxê li ber kêrê, û dengê xwe nekin lê we dema dengê xwe kir jî hûn teror in. Li Helebê jî tişta ku hate jiyan kirin ev bû. Dixwazin mafê Kurdan yê parastinê wê nîn be, mafê Kurdan ku ew jî azad jiyan bikin nîn be mafê gelan yê tune be. Hêzên derve vê yekê dibînin. Ev dewlet çima bêdeng man? Pirsgirêka herî mezin a Kurdan ew e ku Kurdan bê hiqûq dihêlin. Di destûra bingehîn de cih nadinê. Vê yekê em napejirînin, gelê me qebûl nake, jin qebûl nake, mirovahî qebûl nake. Di nava gelan de agir gur dikin. Êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yekitiya gelê Kurd û Ereb armanc kir. Tifaqa Kurd û Ereban dîrokî ne, em nikarin van êrişan bikin malê tevahî gelê Ereb. Gelê Ereb ev 11 û 12 sal e bi gelê Kurd re li hember van êrişan têkoşîn dike. Bi hev re xwedî hêzeke siyasî ne, xwedî îradeyekî ne. Tiştên ku hikumeta Sûrî nake jî bi wan didin kirin û gotin. Di zimanê çapemeniya Ereb de zimanê çapemeniya Tirk heye. Di pişt gotinên Colanî de gotinên dewleta Tirk hene. Di Helebê komkujiyeke etnîkî a Kurdan kirin. Berî wê li ser Elewî û Durziyan kirin. Divê gelê Ereb vê yekê bibîne. Ev êriş ne tene Colanî kir dewleta Tirk bixwe piştgirî kir. Qaşo Colanî serokkomar e, wî û Trump didine li ber hev…Sedam Hisên wisa dikirin…Çiqasî serokkomar e, çiqasî serfermandar e ku li taxên Helebê qirkirinê çêdike. Şerê qirkirina Kurdan Colanî bixwe kordîne dike û vê yekê jî nîşanî cîhanê didin. Bi vî awayî hikumeta Colanî jî ber bi hilweşandinê dibin.
Wekî we jî bilêv kir ku hovîtiya li herdu taxan pêk hatî meşandin diyar e, tecrubeyên dewleta Tirk hene, ji bo wê jî, ji bo hovitiyên li wir neyên weşandin bi taybet midexale û ew hiş dane wan. Lê rexmê wê jî gelek dîmen hebûn, di weşanan de hate dîtin bê ka gel çawa kariye xwe biparêze, tene parastina hundurîn e, bi çeken navîn û ferdî xwe parastin e, lê li hemberî vê çawa bi hovane hatiye şer kirin. Yek ji mînaka van dîmenên ku mirov ji mirovatiyê şerm dike, deqek be li ser mirovahiyê ku neyê jibîrkirin ewe e ku şervana jin a ku parastina herêma xwe dike, heta dawî şer dike û piştî digihîje şehadetê ji aliye van çetên hov ve ji avahiyê tê avêtin, hûn ê ji bo vê yekê çi bêjin?
Bi rastî hîna kîjan heval e ez nizanim, ew ferîştaha azadiyê ye. Ew xwedavendek e, ez wê bi rêzdarî, bi hurmet û bi minet bi bîrtînim. Di wir da ya hate avêtin tenê ew heval nîn e, ya hate avêtin wijdana mirovahiyê ye. Yanê cihê gotin lê nemaye ye, cihê gotin lê dawî bûye ye. Ev yek ji bo jinên azadîxwaz peyam e û ji bo hemû jinên cîhanê re jî çavtirsandin e. Ji yên azadîxwaz re peyam e ku dibêje tola xwe rake, ji tevahî jinan re jî dibêje tu yê serî li ber pergala min a “Kujerê Qastîk” ranekî. Di dîrokê de dibêje ez “Kujerê Qastîk”im û ez bi vî rengî hatime û dibêje li ezman xwedê ye, li erdê dewlet e û ez jî desthilatdar im û tu yê di bin fermana min de bî. Dixwaze vê felsefe di tevahî erdnîgariyê dîsa bide serwer kirin. Lê ev yek mezin bûna wan na lê tirsa wan dide diyar kirin. Ya di wir de bi serket a rihê jina azad e, rûmeta gelê Kurd û Kurdistanê ye, ya gelê heremê ye û ya tevahî gel û jinên cîhanê ye. Bila herkes vê bizanibe ew rêhevala bi rûmet xwedavenda tevahî jinan ya azadiyê ye. Sedam Hisên bi darvekirina Leyla Qasim bi ser neket. Me dît Sedam Hisên di 1974^an de keça Kurd darve kir ku ji bo çavê jinan bitirsîne. Di berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de dîsa bi navê Leyla Qasim careke din derkete pêşiya wan. Li Îranê bi darvekirina Şirîn Elemhûlî hewl dan xwe ji hilweşînê biparêzin lê îro bi mîlyonan Şirîn Elemhûlî li kolanan e. Yanê ev bi dehan caran hatine îspat kirin. Ne jî dewleta Tirk bi qetilkirina jinan, Sêvêyan, Pakîzeyan, Fatmayan û dîsa pêşenga têkoşîna azadiyê Sara, Rojbîn, Leyla, Evînan karî dawî lê bîne. Yanê ew çiqasî di van kiryarên xwe de israr dikin ewqasî em jî di têkoşîna xwe de bi biryar dibin.
Yên ku ew kiryar kirin DAÎŞ'î ne. Tola DAÎŞ'ê radikin. Ji bo vê gelên Kurdistanê, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya jinên Sûriyeyê bila vê zanibin. Li gorî destûra bingehîn yê Colanî wê jin tenê di malê de xizmetkarek be û tenê kole be. Di peymana 10'ê Adarê de jî cih nedabû wan û tola wê ji yên têkoşînê dimeşînin radike. Dibêjin hûn çavên jinan vedikin, hûn jinan zane dikin û hûn jinan dikin xwedî îrade. Tola wan radike. Jinên civaka Ereb dîtin. Li Minbîcê dîtin, jinên ku di nava saziyên demokratîk de cihên xwe digirtin, li Dêrazorê çi bi serê wan de anîn. Ev zîhniyeteke qirker a desthilata giştî ye. Ji bo vê ew hêza wan nade xuya kirin, berovajî nîşan dide bê ka çiqasî biçûk in, çiqas ji teqet ketine. Wekî bi Kurdî dibêjin, "Bê çare ne". Vê didin diyarkirin. Bi vê awayî dixwazin tirsa xwe mezin bikin. Bila vê yekê bizanibin. Ew ê tu carî nikaribin li pêşiya azadiya jinan bibin asteng. Ev zîhniyeta bi hezaran salan jinan ditepisîne. Jin êdî bi fikir û felsefe bûne rêxistin, bûne hêza parastinê. Divê hemû jin ji bûyera li Helebê encam derxin û parastina xwe mezin bikin. Parastina cewherî xurt bikin. Rêxistinbûna xwe xurt bikin. Yekîtiya xwe xurt bikin. Û xwe çalak bikin, xwe bi siyasî bikin. Divê zanibin parastina xwe bikin. Tu zindî bê parastin nabe. Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê parastina xwe û gelê xwe kirin. Tenê çekên ferdî di destê wan de hebûn. Ji bo gelê xwe biparêzin ew berxwedana bi rûmet hilbijartin. Ji bo vê parastin beriya tiştî ji bo jinan pêwîst e. Ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li tevahiya cîhanê pêwîst e. Ji Venezuelayê bigire heta Ukrayna, Filistînê. Di hemû şeran de kî derban dixwin? Jin dixwin. Bi mîlyonan jin di bin qirkirinê de ne. Ji bo vê jî yê ku ev fikir û felsefeya pêş xist a Rêber Apo ye. Ji bo wê dixwazin tolê ji me rakin. Yê ku pêşengiya vê bi bîrdozî, pergal, rêxistin, hêz û hwd. dike Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê ye. Ji bo wê ewqasî bi hovane bi ser de tên û dixwazin bitepisînin. Wê tu carî nikarin encam bigirin. Encama wê ya hêza berxwedêr û serhildêr e. Ev ji dîrokê daye îspatkirin.








