Birînên diaxivin

Rêşad SORGUL nivîsand —

Çarşem 29 Tîrmeh 2020 - 23:00

Êş û birînên me her sal diaxivin. Qalik digirin û di salvegeran de ji nû ve der dibin. Şîn û şahiyên me di zikhev de ne. Li aliyekî birûsk li nava dilê me dixe û li aliyê din barana rehmê dibare. Tenê van rojên em tê de ne, birînên me yên bi 33 gulleyan vebûne û birîna Şengalê û li pey wan roja vejîne 15ʼê Tebaxê. Ev ne çarenûs e, ev ruh û rewanê mirovahiyê ye, cara ewil li ser van erdan vejiyaye û dîsa li ser van erdan vedije. Nûnerên vê rêûresmê jî zarokên roj û agir in.
Êş û birînên me yên nakewin û her sal diaxivin, di ruh û rewanê me de hêlîn vedane. Bi pirranî ev yek li cem me dibe sedema sekte û kirbendên jîna me. Ev dike ku em li dora xwe bizîvirin; ji çareyê dûr bikevin an jî li ser çare û dermên nefikirin.
Dijminê dagirker, înkarker û qirker her roj û heta her kêlî êriş dike. Nabêje ev jin e, zarok e, kal û pîr e, dikuje. Heywanan talan dike û daristanan dişewitîne. Êdî xemê naxwe û guh nade raya giştî ya cîhanê jî. Ev hemû dike ku êş û birînên me biaxivin, xwîn û nêm ji wan biçe. Bêguman êş, êşeke giran e. Birîn, birîneke kûr e. Dema êş xwe nestewîne, bi hêza tolhildanê ranebe, bi aqil û evînê nemeşe, wê mirovî kor û tine bike. Lewma em tenê dikarin bi hesta tolhildanê û aqil birînên xwe derman bikin. Bi Newrozê tacîdar bikin.
Bi abîdeyên bîranînan birînên me nakewin. Çare jî ji wan re çênabe. Li Şengalê mirovên me hatin kuştin, jin û zarokê me birin li bazaran firotin, guliyên jinan bi ber bayê hewarê ketin û simbêlên mêran şor bûn. Kurmê darê meydan ji dijmin re hişt û weke gelek caran xwîna xuşk û birayên xwe bi ser xwe da kir da ku çend rojan bi teresî bibîne. Qewl û dûrikên me jî di qirika me de aliqî man. Kêfa dijminan li me anîn.
Em divê weke Derwêşan rabin. Bi hezkirin û hesta wî ya tolhildanê bimeşin. Lê divê em nekevin nava erdê kunmişkan. Li gorî serdema me ya zanistî, bi aqil û tevdîr gav biavêjin, li cih û devera dijmin ne li bendê, keysa xwe lê bînin û silava hevrê û hevalan hemûyan lê bikin. Ne li bereyekî li her bereyî, ne carekê hezar carî, ne derbekê bi sedan derbî li neksê bidin. Naxwe ne birîn dikewin, ne jî dijminê har disekine. Suwarên azadiyê li dijî dijmin destanên nebihistî û nedîtî dinivîsin. Lê ev tenê têrê nake. Li her bereyî pêdivî bi destanan û serketinan heye. Her kes ji alî xwe ve pêwîst e ku destanan binivîse. Ji ber ku dijmin ji her bereyî êriş dike.
Belkî jî yek ji karê girîng ê divê em bikin ew e, em her roj dijmin bêhtir bibînin; dijmin di nava xwe de bi bin bixin. Dewr û bera xwe jî di vî warî de hişyar û rohnî bikin. Ji kirinên yarmetiya dijmin dikin, hev dûr bixin. Eger pêncî mîlyon Kurd bi awayekî di warê dijminasiyê de serwext tevbigere û hinek tiştan jî bike, wê pişta vî dijminî bide erdê. Bêguman rêxistinî di vî warî de şertê bivênevê ye. Mejî û ruhên xwe gihandî hev û bi hêviya siberojê bextewar dikarin her bend û zora li pêşiya xwe rakin.
Tevî kar û barên rojane, ya girîng ew e, bi hesta tolhildanê mejî û ruhekî di nava xwe de pêşbîn û kûr çêbe. Naxwe mirov ê nikaribe pêşiya xwe bibîne û bi ber bayê çerxa felekê (konjuktur) bikeve û ji bûyerên di nava hevsengiyan de li benda pêşketinê be. Ev ê jî ji awayekî bi awayan bibe rewşa kesê “çavê li deriyan xwelî li seriyan”. Li vir kesayeta meqseda me ew e, kesayeta berê xwe li serketinê ye. Tevgera xwe ji bo gav û pêngavan amadekirî ye. Piçûk û mezin ne girîng e, ya girîng ev yek bi awayekî domdar pêk bê û her mizgîniya serketinê bide paşerojê. Hingê êşên me wê bikewin û berevajî ji bo jiyaneke azad bibin derfet û hêz.

parvê bike

Rêşad SORGUL

Nivîsên Rêşad SORGUL

Bi ruhê Kobanê
27 Çileyê

Qorekî rast
13 Çileyê

Xirab ketiye!
23 kanûnê

Kirasguhertin
16 kanûnê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.