Birînan bi helbestan dikewîne

Nûçeyên Jin

Sêşem 16 Gulan 2023 - 00:47

EBÎR MUHEMED/JÎNHA/DÊRIK

 

Rebîa Mihemed a 64 salî, ji bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, helbestan li ser şoreş û şehîdan dinivîsîne. Du zarokên Rebîa di ber şoreşê de di oxira azadiyê de canê xwe feda kirine, ji wan hêzê digire û dibe xizmetkara şoreşa xwe. Ew li her aliyê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê, Herêmên Parastina Medyayê û Başûrê Kurdistanê jî geriyaye. Rebîa Mihemed der barê helbest û hestên ji bo zarokên xwe yên şehîd de axivî.

Gava Rebîa Mihemed zarok bû, Cegerxwîn bala wê dikişandin. Li ser mijarên helbestên xwe, wê got, “Ez piçûk bûm, min ji helbestan hez dikir. Wê demê, ez hînî zimanê Kurdî dibûm û min helbestên Cegerxwîn dixwendin. Hêza min nema têrê dike, ez gelek tiştan ji bîr dikim, loma ez helbestan dixwînim bi devkî bêyî ku ez wan binivîsînim. Pirraniya helbestên ku ez dinivîsînim, li ser şehîdan in. Yek ji wan, li ser keça min a şehîd bû, her wiha li ser kurê xwe yê şehîd jî min nivîsand, li kêleka çend şehîdên din jî. Di heman demê de helbestên min ên li ser şoreşê jî hene.”

 

Du kezeb ji canê wê çûn

Rebîa Mihemed da zanîn ku ew bi riya helbestan êşa zarokên xwe yên şehîd Cîhan û Kamûran dikewîne: “Ji bilî helbestan, ez lorînan jî dibêjm. Bêguman bi helbestan ez êş û hestên di dilê xwe de derdixînim, birîna şehadeta du zarokên xwe bi helbestan derman dikim. Ti carî ez lawaz nebûme û moralê min ji bo şoreşê kêm nebûye, bi qasî êşa windakirina du parçeyan ji kezeba xwe jî ez bi hêz im, têdikoşim û ji bo wan ez ê dewam bikim.”

 

Hesreta di dil de mayî

Rebîa Mihemed da zanîn ku di nava vê şoreşê de hesreteke mezin di dilê wê de maye û pêk nehatiye: “Di nava vê şoreşê de hesreta herî mezin a ku di dilê min de ma, ew bû ku min dixwest ez tevli nav refên Tevgera Azadiya Jinan a Kurd bibim. Min xwest ez bibim endameke tevgerê û heta dawiyê li ser wê dozê têbikoşim. Ez aşiqê Tevgera Azadiya Jinên Kurd im. Gelek mirovan xwe ji min dûr xist lê hezkirina welat ji bo min ji her tiştî girîngtir bû.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.