Bîlançoya şer a 2 mehan

Çarşem 15 Hezîran 2022 - 02:32

  • Gerîlayên Kurdistanê di berxwedana xwe ya du mehan de bêhtirî 1000 dagirkerên Tirk kuştin û kirin ku 166 ji wan jî birîndar bibin. Gerîlayan 3 helîkopterên dagirkeran xistin û derb li 46 helîkopteran xistin.

Li gorî bîlançoya şer a 2 mehan a ku HPG´ê eşkere kir di bêhtirî 744 çalakiyên gerîlayan de, herî kêm 1003 dagirker hatin kuştin û herî kêm 166 dagirker jî birîndar bûn. Yanî di du mehên êrişên dagirkeriya dewleta Tirk de 1169 dagirker êdî nikarin şer bikin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bîlançoya şer a navbera 14'ê Nîsanê û 14'ê Hezîranê eşkere kir û got, "Êrişa dagirkeriyê ya li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê, du meh li pey xwe hiştin. Artêşa Tirk li Zapê xitimî, lewma şeva 25'ê Gulanê êrişên xwe berfireh kirin û derbasî rojavayê Ava Zapê kir. Lê belê hêzên me yên li deverê li ser bingehê Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê bi çalakiyên xurt bersiv dan vê gava artêşa Tirk. Artêşa Tirk xwest ji rewşa xitimandî ya li Zapê bi vî rengî derkeve, lê hîn bêhtir bû hedefa gerîla û negihîşt armanca xwe.

 

Berê xwe li ser ketinê ye

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê taktîkên nû yên gerîla bi hostatiyeke mezin û afirîneriyê xistin meriyetê. Rêbaza tîmê bi tevger û nîv bi tevger, ku xwe dispêre çeperên li deverê û rêbaza şerê tunelan bi her awayî bi hostatî bi kar tîne, di pratîkê de xwe îsbat kir ku rêbaz û taktîka encamgir a gerîla ye. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di nava şert û mercên herî giran de bi ruhê fedaî yê Apoyî li ber xwe didin, bi dayina berdêlên mezin careke din nîşan dan ku hêviya azadiyê ya gelê Kurdistanê yê mezlûm, gelên bindest û çîna bindest e.

 

779 caran sûcê şer kir

Artêşa Tirk ku li pêşberî berxwedana dîrokî ya hêzên me ya li çeper û tunelên şer bêçare maye, careke din dest bi bikaranîna rêbazên şerê qirêj kir û 779 caran çekên kîmyewî û teqemenî bi kar anîn, bi vî rengî sûcê şer kir. Li hemberî van êrişan, hêzên me gelek çalakiyên berfireh û koordîneyî yên gerîla kirin. Kemîn, serdegirtin, çalakiyên sekvaniyê, sabotaj bûn rêbazên çalakiyê. Hêzên me çûn ser qederê 30 cenazeyên dagirkeran, payebilind jî di nav de nasname, çek û malzemeyên leşkerî yên dagirkeran desteser kirin. 

 

Li bakur jî gerîla derb li dagirkeran xistin

Dewleta Tirk mîna li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Bakurê Kurdistanê jî li hemberî hêzên me bi sedan operasyon kirin, lê nekarî encamê bi dest bixe. Hêzên me pirraniya van operasyonan bêencam hiştin û di heman demê de li Botan, Serhed û Amedê çalakiyên afirîner kirin û derbên giran li dagirkeran xistin.

Hevrêyên me yên leheng ku bi ruhê fedaî yê Apoyî şer kirin û şehîd bûn, li dijî dewleta Tirk a ku hewl dide Kurdistanê dagir bike, bûn pêşengên berxwedana destanî, pêşî li êrişa dagirkeriyê ya berfireh girtin û encamên girîng afirandin. Di vê pêvajoyê de 13 hevrêyên me bi çekên kîmyewî, bi giştî 58 hevrêyên me şehîd bûn. Encamên ku şehîdên me bi xwêdan û xwîna xwe afirandin, misogeriya rûmet û azadiya me ne, ji bo me fermana serketinê ne."

 

Ji 14´ê Nîsanê heta 14´ê Hezîranê

HPG´ê da zanîn ku di navbera 14'ê Nîsanê û 14'ê Hezîranê de dewleta Tirk ev êrişên li jêr birine ser Herêmên Parastina Medyayê:  

* 2065 caran bi balafirên şer bombe barandin.
– 1493 caran bi helîkopterên êrişê bombe kirin.
– 779 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan çeperên şer ên hêzên me hatin bombekirin.

HPG´ê da zanîn ku beramberî vê, gerîlayên azadiya Kurdistanê jî ev çalakiyên hanê kirine:

* Çalakiyeke Hêzên Parastina Hewayî
* 2 operasyonên şoreşgerî
* 15 çalakiyên xweberdana nava dijmin
* 11 çalakiyên serdegirtinê
* 41 çalakiyên gerîla yên koordîneyî
* 101 çalakiyên sabotajê
* 132 çalakiyên sekvaniyê
* 2 çalakiyên kemîndanînê
* 151 çalakiyên bi çekên giran
* 288 çalakiyên derblêdanê û şerî
Yanî li gorî vê gerîla 744 caran derb li dagirkeran daye. HPG´ê encamê van çalakiyan jî wiha eşkere kirin:

* 985 dagirker hatin kuştin û 2 ji wan bi paye bûne.
– 166 dagirker birîndar bûn.

* 7 çekên MPT-55, çekeke MPT-66, 2  çekên M-16, 2  dermance, çekeke BKC,  roketavêjeke B-7, 2  çekên bombeavêj, gelek fîşek, ber, rext şarşor, 2  êlekên êrişê (ji pola), kamerayeke termal, dûrbîneke termal, 6 dûrbînên bi şev û roj, û gelek malzemeyên leşkerî

3 helîkopter hatin îmhakirin

HPG´ê da zanîn ku gelek malzeme û wesayitên leşkerî jî hatine îmhakirin û di nava wan de 3 helîkopter jî hene:

* Helîkoptereke êrişê
* 2 helîkopterên Skorsky
* Tankek
* 2 wesayitên zirxî
* 2  çekên BKC, 2  çekên A4, jammerek, 3 radar, 15 drone û gelek sîstemên leşkerî, 9 konên leşkerî û 29 çeperên dijmin

Ji bilîvan gerîlayan derb li 20 helîkopterên êrişê û 26  helîkopterên Skorsky dane.

18´ên din hatin kuştin

HPG´ê doh daxuyaniyeke din jî da li ser çalakiyên gerîlayan ên 12 û 13 Hezîranê û da zanîn ku 18 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 2 sîstemên radarê û 3 çeper bi temamî hatine îmhakirin. Bi vî awayî hejmara leşkerên Tirk ên dagirker ên ku ji 14´ê Nîsanê heta 14´ê Hezîranê di nava 2 mehan de hatine kuştin ji hezarî bihurî û bû herî kêm 1003. 

Gerîlyan li Metînayê 13´ê Hezîranê di sê çalakiyên cihê de 11 dagirker kuştin.

Gerîlayan li Zê (Zapê) jî 13'ê Hezîranê 3 dagirker kuştin.

Gerîlayên YJA Starê li Xakurklê 13’ê 4 dagirker kuştin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.