Ji ber baran û bahoza Danîel a li rojhilatê Lîbyayê, tê gotin ku bi sedan kes, dibe ku bi hezaran kes miribin
Serokê hikumeta paralel a li rojhilatê welêt Ûsame Hammad ji medya xwecihî re axivî û diyar kir ku 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran kes jî winda ne.
Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Ahmed Mismarî ku rojhilatê welêt kontrol dike, diyar kir ku li bajarê Dernayê herî kêm 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.
Mismarî di civîna çapemeniyê de ragihand ku bendavên li jorê bajarê Akdenîzê teqiyane û bûne sedema lehiyên mezin. Mismarî her wiha diyar kir ku ji 5 heta 6 hezar kesî winda ne.
Di halê hazir de ji ti çavkaniyê nexweşxane û tîmên rizgarkirinê, bîlançoya hikumetê piştrast nekirine.
Bahoza Danîelê bi taybetî bandor li herêmên Derna, Cebel El Ahdar û banliyoya El Marjê kir.
NAVENDA NÛÇEYAN