Bi wesaîtên zirxî 21 zarok qetil kirin
În 9 Hezîran 2023 - 00:22
ÎHD'ê ragihand ku di nava 15 salên dawî de leşker û polêsên dewleta Tirk pê li 21 zarokan kirine û ew qetilkirine. Wan bi giştî 44 kes wesayîta zirxî qetil kirine.
Şaxa Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rapora têkildarî qetilkirina xelkê sivîl li Kurdistanê bi destê hêzên dewleta Tirk a dagirker bi wesayîtên zirxî, eşkere kir. Di raporê de hat bibîrxistin ku hîna nû, 7’ê Hezîranê li navçeya Geverê ya ser bi Colemêrgê, çawişê pispor bi wesayîtê li zarokê 5 salî Erdem Aşkan xistiye û Erdemê 5 salî qetil kiriye.
ÎHD da xuyakirin ku wan rapora wesayîtên zirxî ya ku li welatiyan qelibîne di 2019’an de eşkere kiriye û ev rapor niha nû bûye û hejmara mirî û birîndaran zêdetir bûye.
Di daxuyaniya ÎHD’ê de hat destnîşankirin ku bi kuştina Erdem Aşkan re di 15 salên dawî de li bajarên Bakurê Kurdistanê 82 bûyerên ku wesayîtên zirxî yên polîs û leşkeran li welatiyan qelibîne, pêk hatine. Di van bûyeran de 21 zarok hatine qetilkirin. Hêzên dewletê bi vê awayî 44 kes qetil kirine.
Di van bûyeran de bi giştî 94 welatî jî birîndar bûn û ji wan 23 welatî jî birîndar bûn.
AMED